Ermenstanê ji Amêrîkayê dronên V-BAT ê dest anîne: serokwezîr /wêne/

Ermenîstanê di çarçoveya hevkarîya leşkerî û parastinê ya Ermenîstan-Amêrîkayê de, balafirên bêmirov yên V-BAT ji Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî kirîye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştî hevdîtina bi cîgirê serokê Amêrîkayê Vêns re ragîhandîye.
Serokwezîr ragîyhandîye: “Me di hevkarîya leşkerî û parastinê ya Ermenîstan-Amêrîkayê de pêşketinên girîng bi dest xistine. Di berdewamîya hevkarîya ewlehîyê ya dualî ya pirsalî û tetbîqatên leşkerî yên “Teyrê hevkar” yên sêsalî de, Ermenîstanê ji Dewletên Yekbûyî wesayîtên hewayî yên bêmirov yên V-BAT stendine, ku bandora wan bi ezmûna berfireh ya karanînê hatîye îzbat kirin û wê bi girîngî beşdarî qewînkirina şîyanên me yên parastinê bibin”.
Serokwezîr hêvî kirîye ku ev peymana ku di çarçoveya bernameya firotina çekên leşkerî yên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de tê bicîhanîn, bibe bingeha berfirehkirina hevkarîya dualî.
Cîgirê serokê Amêrîkayê Vêns civîna çapemenîyê de ragîhandîye ku wan firotina têknolojîya dronan ya keşfê ya bi qîmetê 11 mîlyon dolarî ji Ermenîstanê re pesend kirîye.








