H’emû nûçeSereke

Çîp, milyaran dolar dahat û 100 milyon dolar bac: li Ermenîstanê komeke têknolojiyê ya nû hatîye damezrandin

Bernameyeke veberhênanê ya mezin di sektora têknolojîya bilind de tê plankirin ku di demek nêzîk de li Ermenîstanê bê destpêkirin. Tê plankirin ku proje di dawiya gulanê de dest pê bike û qebareya tevahî ya veberhênanê bi qasî 4 milyard dolarî tê texmînkirin.Derheqa wê yekêda Alêksander Yêsayan, hevdamezrînerê opêratorê têlêkomunîkasyonê Team û navenda daneyan a Firebird ê, di konfêransa salane ya Yekîtîya Pargîdaniyên Têknolojîya Pêşketî de hatîye ragîhandin.

Li gorî wî, em behsa projeyekê dikin ku ne tenê li ser aborîya Ermenîstanê, lê di heman demê de li ser berjewendîyên aborî yên Dewletên Yekbûyî jî bandorek girîng dike.

Çîp jixwe di rê de ne, peyman di pêvajoya lihevkirinê de ne.

Yêsayan di bersiva pirsa li ser amadebûna têknîkî ya projeyê de zelal kirîye ku çîpên pêwîst hatine kirîn û niha di rê de ne. Wekî din, sozên destpêkê yên derbarê projeyê de hatine dayîn û şertên peymanan hîn jî têne nîqaşkirin û li hev kirin.Ewî tekez kirîye ku “Hûn dikarin xeyal bikin ku veberhênanên weha nikarin bandorê li aborîya Ermenistanê nekin”.

Dahata zêdetirî milyarek dolarî û mezinbûna dahatên bacê

Li gorî texmînan, piştî ku proje bikeve meriyetê, dahata salane dibe ku ji milyarek dolarî derbas bibe. Wek ku Yêsayan destnîşan kirîye, bandora darayî û budceyî jî raste-rast ji vê yekê tê: dahatên bacê û fona mûçeyan bi tena serê xwe, li gorî hesabên pêşîn, dibe ku herî kêm 80-100 mîlyon dolar salane be. Ji bilî bandora aborî ya raste-rast, proje bandorek nerasterast ya girîng li ser aboriya welêt jî dike.

Gihîştina GPUyan û derfetên nû ji bo pisporan

Yek ji hêmanên sereke yên projeyê dê peydakirina gihîştina pisporên ermenî bi pêvajoyên GPU yên bihêz be. Li gorî Yêsayan, ev wê rê bide pêşdebir û endezyaran ku raman û çareseriyên têknolojîk yên nû li welêt bicîh bînin. Beşek ji hêza hesabkirinê di heman demê de wekî celebek beşdariya veberhênanê di forma peydakirina çavkaniyan ji bo bername û projeyên cûrbecûr, di nav de yên ku xwedan pêkhateyek perwerdehî û lêkolînê ne, tê hesibandin. Yesayan destnîşan kir ku li cîhanê tenê nêzîkî deh pargîdanî hene ku bi pêvajoyên GPU yên bi vî rengî dixebitin. Li gorî wî, Ermenistanê berê planên danasîna binesaziyê bi kapasîteya heta 50 hezar GPUyan ragihandiye. “Heger em her tiştê ku heta dawîya salê hatiye plankirin bicîh bînin û derbasî qonaxa duyemîn ya projeyê bibin, Ermenîstan wê bikaribe pozîsyonek cidî bigire”,- ewî tekez kirîye.

Kar: girîngî li ser kalîteyê ye, ne li ser hejmarê

Alêksandr Yêsayan behsa bandora projeyê li ser bazara kar kir û destnîşan kirîye ku ji hêla hejmarî ve, wê gelek karên nû nebin. Lê belê, asta wan ya kalîtîf wê bilind be. Em behsa pisporên xwedî pisporiyên teng û zanîna pir profesyonel, di heman demê de bêhempa dikin, ku di pêşerojê de dikarin bibin bingeha pêşxistina rêyên nû yên teknolojîk û ekosîstemeke têknolojiya bilind li welêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button