SerekeSîyasî

Şanda Îmraliyê bi serokkomarê Tirkyayê re civiyaye

Şanda Partîya Wekhevî û Dêmokrasiyê ya Gelan (Dem Partî), ku wek şanda Îmraliyê jî tê zanîn, bi serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Erdogan re civiyane.

Serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Erdogan 11 ê sibata sala 2026 a li koşka serokkomarîyê pêşwaziya şanda Dem Partiyê kirîye, ku ji Pervîn Buldan û Mithat Sancar pêk hatibû. Cîgirê serokê Partîya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Efkan Ela û serokê Dezgeha Hewalgirîya Neteweyî (MIT) Ibrahim Kalin jî di wê civînê de amade bûne.

Endamên şanda Dem Partîyê berî destpêkirina civîna xwe ya bi serokkomarê Tirkyayê re daxuyanya kurt dae.Pervîn Buldan ku cîgira serokê parlamenta Tirkyayê ye jî amaje da ku, ev serdana wan ya pênca ji bo serokkomarê Tirkyayê ye û gotye: niha pêvajoya aştîyê gihîştîye qonaxeke diyarkirî ji ber ku karê komîsyona parlemêntoyê ketîye qonaxa nivîsandina raportê.

Pervîn Buldanê herwesa gotîye:bi rastî, raya giştî li bendê ye ku bizane ka pêvajoya aşîtîyê çawa pêş ve diçe, ji ber ku me ecêndayên girîng ji bo civîna xwe ya bi serokkomar re hene, piştî civînê emê daxuyanyekê bidin.

Mithat Sancar jî gotîye: her çend xebata nivîsandina raporta Komîteya Parlementoya Tirkyayê nêzîkî temambûnê be jî, lê piştî civînên me hem li Tirkyayê û hem jî li Sûryayê pêşketinên nû çê bûne, ji ber vê yekê em ê di vê civînê de bi serokkomar re li ser hemî pêşketinan niqaş bikin.

Navbirî herwesa ragihand ku, ew ê di vê hevdîtina xwe de pêşniyarên xwe raberî serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Erdogan bikin.

Civîna çara ya di navbera şanda Dem Partî ya Îmralîyê û serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Erdogan de  30 ê cotmeha par  hatîye lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button