Çekên topxaneyê yên ku bi girseyî têne hilberandin li cem me hene, ku li cîhanê çêtirîn in: ew ji artêşa Ermenîstanê re têne peyda kirin:Armên Xaçatryan

Parlamêntvanê parlamênta Ermenîstanêye ji fraksîya “Peymana sîvîl”, endamê komîtêya daîmî ya pirsgirêkên parastin û ewlehîyê Armên Xaçatryan hevpeyvîna bi Factor TV re li ser rêformên ku di hêzên çekdar yên Ermenîstanê têne kirin, pêşxistina pîşesazîya leşkerî û projeyên binesazîya herêmî rawestîyaye.
Armên Xaçatryan bersiva îdîayên ku dibêjin hukumet bêçek e û welêt bêparastin dihêle gotîye:”Ev beşek ji şerekî hîbrîd e, dêzînformasîyon ku bi taybetî ne tenê li dijî rayedarên Komara Ermenîstanê, lê li dijî Komara Ermenîstanê bi xwe ye”.
Ewî behsa civîna çapemenîyê ya dawî ya wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan kirîye, ku li gorî wî, rêformên ku di salên 2021-2026 a de hatine pêkanîn û di rê de ne bi berfirehî hatine raber kirin. Li gorî Xaçatryan, kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji du salan bo salek û nîv nîşaneya qelsbûna artêşê nîne, lê belê nîşaneya bandora rêforman e.Ewî tekez kirîye ku “Armanca me ew e ku artêşeke ne mezin, nepîvandî, artêşeke profêsîyonel û artêşeke pir amade ya şer hebe”,- û daye zanîn ku di rewşa seferberîyê de, hejmara artêşê dikare deh qat zêde bibe.
Parlamêntvan her wiha bal kişandîye ser derfeta derbazbûna bo xizmeta leşkerî ya peymanî, ku ji hêla 4000 leşkeran peymana pêncsalî îmze kirine, hatîye bikar anîne. Xaçatryan tekez kirîye ku leşkerekî nûjen ne tenê divê şervan be, lê di heman demê de “mirovekî ramanwer be ku têknolojîyên nûjen birêve dibe”. Bi raya wî, Ermenîstan nikare bi hêza mirovî re pêşbazîyê bike, lê ew dikare bi saya “hêza xwe ya li ser bingeha zanînê, leşkerekî ramanwer, leşkerekî ku rêveberîya têknolojîk pêk tîne” pêşbazîyê bike.
Derbarê pêvajoya tesdîqkirinê de, ewî destnîşan kirîye ku ew nikare fermî be, ji ber ku ew raste-rast bi zêdebûnek girîng ya mûçeyê ve girêdayî ye, ku pêrsonalên leşkerî teşwîq dike ku şîyanên xwe yên pîşeyî û fîzîkî baştir bikin.
Xaçatryan pîşesazîya leşkerî wek “pêdivîyeke girîng” û “pêkhateyeke girîng ya mîsogerkirina serwêrî û ewlehîyê” dibîne.Ewî ragîhandîye ku hilberîna rêzefîlmî ya çekan li Ermenîstanê jixwe dest pê kirîye.
Xaçatryan her wiha ragîhandîye ku hukumetê peymaneke sêsalî ya bi nirxa nîv mîlyard dolarî îmze kirîye da ku çekan ji hilberînerên herêmî bikire û fermanek nû ya 152 mîlyard dramên din jî tê plankirin.
Parlamêntvan behsa fikarên ewlehîyê yên li dora rêyên ku di çarçoveya projeya “Rêya Tramp” de bên çêkirin kirîye û piştrast kirîye ku ew bê bingeh in. Li gorî wî, niştecihên Syûnîkê “bi bêsebrî li benda destpêkirina xebitandina vê rêyê ne”, ji ber ku ew ê herêmê veguherîne “navenda tranzîtê ya navneteweyî” û pêşkeftinek aborî ya bêhempa bîne.
Ewî tirsên li ser qutbûna têkilîyên bi Îranê re wek çîrokeke ku ji alîyê opozîsyonê ve tê belavkirin, nirxandîye û destnîşan kirîye ku rayedarên payebilind yên îranî ragîhandine ku tö fikarên wan nînin. Xaçatryan her wiha tekez kirîye ku welatîyên ermenî wê vê rêyê mîna, rêya Yêrêvan-Gyûmrî bikar bînin û sînor yan rêya bi Îranê re qet nayê girtin yan astengkirin.
Di derbarê çêkirina otobana bakûr-başûr de, ewî destnîşan kirîye ku bi saya wê, dema gihîştina Mêgrîyê wê bi kêmî ve sehetek û nîvek kêm bibe.Armên Xaçatryan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ew ê otobanek be ku li gorî standartên nûjen be, ku me qet li Ermenîstanê nebûye”.







