Sereke

Ava bikin, paşê danûstandinan bikin: Paşînyan bersiva daxuyanîya Ovêrçûk li ser rîya hesin daye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser mijara ji nû  avakirina beşên Yêrasxê û Axûrîkê yên rîya hesin pêwîstîya danûstandinan bi Rûsyayê re nabîne. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan  hevpeyvîna bi rojnamevanan re ragîhandîye, behsa daxuyanîya cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk kirîye ku Rûsya amade ye bi Ermenîstanê re li ser ji nû ve avakirina van beşan danûstandinan bike.

“Berî her tiştî, ez daxuyanîya cîgirê serokwezîrê Rûsyayê pêşwazî dikim, lê ji alîyekî din ve, di rewşekê de, em qala nêzîkî 3 kîlomêtrê dikin, di rewşa din de, nêzîkî kîlomêtrekê. Ev ne mijarek e ku em dikarin li ser danûstandinan bikin, ji nû ve danûstandinan bikin, nîqaş bikin, çi heye ku em li ser danûstandinan bikin? Ew rîya hesin e, ez dîsa dibêjim, ew ê projeyeke veberhênanê ya mezin be, wê 50 mîlyon dolar lêçûn be… ew hêsan e, em hewce ne ku li cîhekî kîlomêtrekê ava bikin, li cîhekî 3 kîlomêtrî ava bikin. Berî ku em vê bikin, rîya hesina altêrnatîv wê bê çêkirin, em ê bêjin, Ermenîstan dîsa hatîye derbazkirin. Na, tiştek tune ku meriv li ser danûstandinan bike, werinê em wê ava bikin, wê hingê em ê danûstandinan bikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button