H’emû nûçeSereke

Divê welatekî sêem ku têkilîyên wê yên germ bi Ermenîstan û Rûsyayê re hene mafê rêveberîya rîya hesin bi îmtîyaz bikire:Paşînyan

Li gorî serokwezîrê Komara Ermenîstanê,Nîkol Paşînyan divê her welatekî sêyemîn ku têkilîyên germ bi him Ermenîstanê û him jî Rûsyayê re hebin, mafê rêveberîya rîya hesin ya bi îmtîyaz ji Rûsyayê bikire. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda çerokwezîr wextê  hevpeyvîna bi rojnamevanan re daye kifşê.

“Niha di çarçoveya rêwîtîyê de hêz hene ku dibêjin,  em wisa bikin ku piştî Mêxrîyê, dema ku rîya hesin bikeve Naxçêvanê, ji Ermenîstanê derbaz bibe, ew dibêjin binêrin, rîya Ermenîstanêye hesin bin kontrola Fêdêrasîyona Rûsyayê de ye. Mixabin, têkilîyên di navbera Rûsyayê û gelek welatan de aloz in, lê em dibêjin ku rîya hesin milkê Ermenîstanê ye û Rûsya naxwaze û wê astengîyan ji bo projeyên me yên herêmî çêneke.Min bi serokê Rûsyayê re jî li ser vê yekê axivîye, ez dizanim ku ew piştgirîyê dide van hemî bernameyan. Pirsgirêk ev e ku li hejmareke welatan ew raman girantir dibe ku piştî Naxçêvanê, ne hewce ye ku bi rêya Ermenîstanê berdewam bike, ji ber ku rîya hesin di bin kontrola Fêdêrasîyona Rûsyayê de ye”.

Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku di rewşa heyî de, Ermenîstan pozîsyonên xwe yên stratêjîk û avantaja xwe ya reqabetê winda dike. Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku “Çareserîya ku ez xeyal dikim ev e ku welatek ku bi hem Fêdêrasîyona Rûsyayê û hem jî Ermenîstanê re têkilîyên dostane hene, tenê mafên rêveberîya îmtîyazê ji Rûsyayê bikire. Mînak, Qazaxistan, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Qeter yan jî her welatekî din, welatên ku bi him Fêdêrasîyona Rûsyayê û him jî Ermenîstanê re têkilîyên wan bi heman rengî germ in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button