H’emû nûçeSereke

Gelo baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Gumirîyê di berjewendîya Ermenîstanê de ye? zelalkirina serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan  hevpeyvîna li gel kanala têlevîzyona “Dojd” ê, dema ku bersiva pirsa gelo baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li Gumirîyê di berjewendîyên komarê de ye  gotîye: “Em niha ne guncaw dibînin ku em li ser vê yekê biaxivin”.

Alên Sîmonyan gotîye: “Me guncaw dît ku em ji hevkarên xwe yên rûsî bixwazin ku ji balafirgehê derkevin, ji çend cîhên ku ew sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê diparastin derkevin. Gava ku em guncaw bibînin yan jî heke em guncaw bibînin, em ê wê axaftinê dest pê bikin. Lê em niha li ser vê yekê nîqaş nakin. Ji ber ku em fêm bikin, em li nexşeyê binêrin, Ermenîstan li ku ye û bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Ez nabêjim ku baregeha leşkerî ya Rûsyayê ji sedî sed garantîya her tiştî ye, lê mînak li herêma me, nemaze di rewşa heyî de, zêdekirin û avêtina gavên pir tund xelet e. Dibe ku baş xuya bike, lê di sîyaseta rastîn de ev ne rast e”.

Derbarê têkilîyên bi Moskvayê re, li gorî serokê  parlamêntê, ew di asteke ku li gorî berjewendîyên Komara Ermenîstanê ye de bûne û wê bibin.

“Ez dixwazim zelal bim: tiştê ku min li Moskvayê got, ew sîyaseta ku Ermenîstanê hilbijartîye ye. Em ê ji qutbekê ber bi qutbeke din ve nefirin. Û ji bo me (we behsa girêdayîbûnê kir) qonaxa yekem ya derketina ji girêdayîbûnê ew bûye ku ji sala 2018 a vir ve li Ermenîstanê hilbijartinên edil û şefaf têne lidarxistin, ku ji bo tu kesî, heta ji bo muxalefetê jî, ku di wan hilbijartinan de winda dike yan jî li hin bajaran qazanc dike, gumanan çênake. Bi gotineke din, ev gava yekem e ber bi derketina ji girêdayîbûnê ve”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Di heman demê de, li gorî wî, piştî sala 2018 a, “em îdî ji wir nayên tayînkirin, ji ber ku berî şoreşê gumanên min hene ku ev hemû her tim li hev hatine kirin”.

Serokê parlamêntê destnîşan kirîye ku “Sîyaseta der li ser prînsîpa “tiştê ku ji bo Ermenîstanê sûdmend be, em ê bikin” tê meşandin. Bê guman, lihevkirin hene, bi hemî welatan re têkilî heye û em ê sîyaseta bi Rûsyayê re jî hevseng bikin, çi Vêns be, çi Dewletên Yekbûyî be, çi Fransîya be, çi Yekîtîya Avropayê be. Prînsîp ev e”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button