Wezîr piştrast e ku stansîya atomî ya modûlar wê nermbûneke zêdetir ji bo rêveberîya pergala ênêrjîyê ya Ermenîstanê peyda bike

Li gorî wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan,stansîya atomî ya modûlar wê nermbûneke zêdetir ji bo rêveberîya pergala ênêrjîyê ya Ermenîstanê peyda bike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Davît Xûdatyan piştî beşdarbûna di hilbijartina ji bo avakirina lîsteya rêjeyî de li ofîsa navendî ya partîya “Peymana sîvîl”, civîna bi rojnamevanan re daye kifşê.
“Zêdebûna qebareya stansîya ênêrjîya rojê sala borî de bûye sedema wê rastîyê ku em gelek caran neçar bûne kapasîteyên xwe yên sereke, tevî stansîya atomî ya Mêsamorê, di pergala hêzê de di asteke pir kêmtir de ji qebareya hilberînê bihêlin.Stansîya atomî ya modûlar dihêle ku em di pêvajoya rêveberîyê de pir nermtir bin, ku hem ji bo me pirsgirêkeke ewlehîyê ye û hem jî ji bo mîsogerkirina aramîya di pergala hêzê de. Ev bingeha hilbijartina stansîya atomî ya modûlar e”,-Xdatyan zelal kirîye.
Li gorî wî, par hatîye zelalkirin ku Ermenîstan pêdivî bi stansîya atomî ya modûlar heye û pêşnîyarên derbarê modêlê de ji welatên cûre-cûre, di nav de Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsyayê, Çînistanê, Fransîyayê berdewam têne lêkolînkirin.







