Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan wê li ser pêşeroja mîsyona çavdêrîyê li Bryûsêlê niqaş bikin:Markûs Rîtêr

Yekîtîya Avropayê wê payîzê li Bryûsêlê bi hukumeta Ermenîstanê re mijara çalakîyên pêşerojê yên mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê niqaş bike.
Li gorî ragîqandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê mîsyonê, Markûs Rîtêr hevpeyvîna bi rojnamevanan re di çarçoveya çalakîyekê de ku bi boneya salvegera 3 a ya mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê hatîye organîzekirin, gotîye.
Rîtêr tekez kirîye ku “Tiştê ku me li ser li hev kirîye ev e ku em ê xebata xwe ya heyî bidomînin. Her wiha em ê li deverên cînarê sînor dewrîyeyê bidomînin û li ser bûyerên ku li wir diqewimin rapor bikin heta ku peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bê îmzekirin û pejirandin. Payîzê, Yekîtîya Avropayê wê li Bryûêlê li ser pêşeroja mîsyonê nîqaş bike”.
Rîttr her wiha li ser xebata mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê sê salên borî de, bên çalakîya wê, û her weha rola mîsyonê di normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê de axivîye.
Markûs Rîtêr tekez kirîye ku “Dema ku em gihîştin Ermenistanê, li ser sînor rageşîyeke mezin hebû, gulebaran diqewimî, heta leşkerên mirî û birîndar jî hebûn. Ew serdemeke pir dijwar bû. Di wan rojan de, me jî fêm kir ku nifûsa ku li wargehên sînor dijîn ditirsîya ku dibe ku pevçûneke nû çêbibe. Niştecîh ji îhtîmala pevçûnek nû û vekirî bi fikar bûn, lê ev yek çênebû. Ji vê pêrspêktîvê, ez dikarim bibêjim ku mîsyon bi serkeftî hate qedandin. Rewş aram û aşîtîyane ye” û tekez kirîye ku ev rewşa aram derfetê dide Ermenîstanê û Adirbêcanê ku bi aşîtîya biaxivin û pirsgirêkên mayî çareser bikin.
Divê bê zanîn ku Markûs Rîtêr ji niha ve erkê xwe li Ermenîstanê temam dike. Mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê sala 2023 a de ji bo 2 salan li Ermenîstanê hate bicihkirin.
Çileya sala 2025 a de, konsêya Yekîtîya Avropayê biryar daye ku dema xebata mîsyonê ji bo du salên din dirêj bike. Mîsyon li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê dewrîyeyê digere, rewşa ewlehîyê ya li ser erdê dişopîne û raporên xwe raber dike.
Armanca mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê ew e ku beşdarî ewlehîya xelkê li herêmên Ermenîstanê yên ku ji ber pevçûnan bandor bûne bibe û li ser erdê atmosfêreke bawerîyê biefirîne.Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de, ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, bendekê dihewîne ku li gorî wê, piştî ku peyman bê îmzekirin û bikeve merîyetê, alî soz didin ku hêzên welatên din li ser sînorê dewletê yê hev bicîh nekin.







