
Serokê Herêma Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSD ê re civîyaye û pêşketinên dawîyê yên sîyasî û ewlehîyê yên Sûryayê û deverê û rewşa kurdan û pêkhateyên din li Sûryayê pê re nîqaş kirine.
Serokatîya Herêma Kurdistanê belav kirîye ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî 15 ê sibata sala 2026 a di çarçoveya gera 62 a ya konfêransa ewlehîyê ya Myûnxênê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civîya.
Serokatîya Herêma Kurdistanê herwesa ragîhandîye ku her du alîyan di wê civînê de pêşketinên dawîyê yên sîyasî û ewlehîyê yên Sûryayê û deverê û rewşa kurdan û pêkhateyên din li Sûryayê niqaş kirine.
Wê ragîhandinê eşkere jî kirîye ku Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngîya berdewamîya dîyalog û hevfêmkirinê ji bo çareserkirina sîyasî ya pirsgirêkên Sûryayê kirîye, bi rengekî ku mafên kurdan û hemî pêkhateyan di çarçoveya Sûryake hevgirtî û destûra paşerojê ya Sûryayê de parastî bin.
Mezlûm Ebdî jî ji alîyê xwe ve spasîya serok Mesûd Barzanî û serokatîya Herêma Kurdistanê kirîye, ji ber bizavên wan yên berdewam û rola wan ya bibandor pêxemetî aramkirina rewşê û gihîştina Şamê û HSD ê bi lihevkirina agirbestê.
Xetera serhildana DAIŞ ê û gefên têrorê jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 12 ê sibata sala 2026 a, bi vexwendineke fermî ji bo tevlîbûna di gera 62 a ya konfêransa ewlehîyê ya Myûnîxê de gihîşte Almanyayê.
Malpera serokatîya Herêma Kurdistanê ragîhandîye ku di wê konfêransê de ji bo niqaşkirina rewşa sîyasî û ewlehîyê ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û pêşketinên deverê bi giştî, Nêçîrvan Barzanî wê hejmareke hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên bilind yên welatan re bike.
Konfêransa ewlehîyê ya Myûnxênê, ku her sal bi tevlîbûna hejmareke mezin ya serkirde û berpirsên payebilind yên welatan tê lidarxistin, derfetek e ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser pirsa ewlehî, tenahî, pirsgirêkên cîhanî û nîqaşkirina çareseryan ji bo pirsgirêk û aloziyan.







