H’emû nûçeSereke
Hilbijartinên parlamêntîyê yên 7 ê hezîranê 2 mîlyon 489 31 welatî mafê dengdanê hene:komîsyona hilbijartinê ya navendî

Xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê hejmara welatîyên xwedî mafê dengdanê weşandîye.Ji 11 ê sibatê, 2 mîlyon 489 hezar 31 welatî mafê dengdanê di hilbijartinên parlamêntîyê hene ku wê 7 ê Hezîranê bên lidarxistin. Derheqa wê yekêda komîsyona hilbijartinê ya navendî ve hatîye ragîhandin.
Komîsyona hilbijartinê ya navendî bi bîr dixe ku qeyda dengdêran ji alîyê xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî ve tê birêvebirin û welatîyên ku pirsgirêkên wan bi lîsteya dengdêran ve girêdayî ne divê bi sazîya rayedar re têkilî daynin.







