Ermenîstanê bi serkeftî xwe li pêşangeha navneteweyî ya Wine Paris 2026 raber kirîye /wêne/

Ermenîstan, bo sala duyemîn li pey hev, beşdarî pêşangeha navneteweyî ya Wine Paris bûye û xwe bi serkeftî raber kirîye, ku yek ji bûyerên herî bi bandor yên cîhanî di sêktora şerab û vexwarinên alkolî de ye. Wek ku «Armenpress» ji daxuyanîya ji hêla fonda rez û şerabê ya Ermenîstanê ve hatîye weşandin fêr dibe, pêşangeh li Parîzê, li navenda pêşangehê ya Paris Expo Porte de Versailles pêk hatîye.
Bi piştgiriya fonda rez û şerabê ya Ermenîstanê û ajansa hevkariya navneteweyî ya almanî (GIZ), 23 hevaltîyên şerabê yên Ermenîstanê çanda şerabê ya Ermenîstanê bi pavîlyoneke neteweyî ya yekgirtî li ser dika navneteweyî raber kirine, ku gelek hilberîner, îtxalkar, somelyer, kirrûbir û pêşengên pîşesazîyê ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûne.


Rêvebera giştî ya fonda rez û şerabê ya Ermenîstanê Zarûhî Mûradyane gotîye: “Beşdarbûna di Wine Paris 2026 de ji bo Ermenîstanê platformeke girîng bû da ku pozîsyona xwe di civaka şerabçêkerîya cîhanî de xurt bike.Şeraba ermenî beşek ji dîrokê ye, ku bi sedsalan berê hatîye fermentkirin û pîrozkirin. Îro, ew mîrat di şerabên nûjen de ku xwedî karekterek kevnar û gîyaneke nûjen in, tê vejandin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku şerabçêkirin ji bo aborîya welêt bûye rêgezek girîng, û yek ji gavên ber bi pêşkeftina wê ve ew e ku li ser platformên navneteweyî xuya bibe”.

Balyozê Ermenîstanêyî li Fransîyayê Arman Xaçatryan jî serdana pêşangehê kirîye û bi berhemên pêşkêşkirîra bûye nas. Mijarên têkildarî îmkanên hinardekirina berhemên Ermenîstanê bo bazara Fransîyayê bi nûnerên şîrketan re hatine nîqaşkirin.
Çalakîyê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Ermenîstan wê îsal mazûvanîya Concours Mondial de Bruxelles ya navneteweyî ya bi prestîj bike, ku rêwîtîyeke bêhempa ji koka çêkirina şerabê heta pêşeroja şeraba bi kalîte raberî pisporên şerabê dike.








