H’emû nûçeSereke

Ez bang li serok Tramp dikim ku soza xwe ya giştî ya azadkirina girtîyên ermenî bicîh bîne:Carêd Gênsêr

Parêzerê navneteweyî yê Rûbên Vardanyan Carêd Gênsêr     mîkrobloga xwe ya bi navê X de bang li serok Donald Tramp kirîye ku soza xwe ya giştî bicîh bîne û hemû girtîyên şêr yên ermenî serbest berde.

Dadgeha leşkerî ya Bekûyê bi tohmetên derew 20 sal cezayê girtîgehê da Rûbên Vardanyan, henekê xwe bi edaletê dike.

“Tenê sûcê” karsaz û xêrxwazê rêzdar Rûbên Vardanyan parastina mafê çarenûsî yê gelê ermenî yê xiristîyan yê Qerebaxê bûye, ku nêzîkî 12 000 ji wana hatin sirgûnkirin û bûn qurbanîyên paqijîya êtnîkî ya ku ji hêla serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv ve hatîye destpêkirin. Dadgehkirin bi xwe sextekarîyeke bi tevahî bûye, ji ber ku darizandina sîvîlan di dadgeheke leşkerî de neqanûnî ye.

Dadgehkirin her wiha bi dizî hatîye lidarxistin, di gel gelek binpêkirinên prosêdûrî, wek gelek redkirinên têkilî bi parêzer re, û paşguhkirina bi dehan serlêdanan ji alîyê dadgehê ve, ku bi awayê, divê li gorî qanûnên Adirbêcanê di nav çend rojan de bên nirxandin.

Herwiha, bi rastî hemû tiştên ku wek “delîl” yên “şahîdên” ku ji bo dadgehê hatine gazîkirin, gotegot bûn û ji ber vê yekê neqanûnî bû ku ew wek delîl bên hesibandin.Her şahîd îdîa dikir ku ew yan endamên malbata wî ji êrîşên leşkerên ermenî yan komên din yên çekdar êş kişandine, lê “delîlên” ku Rûbên Vardanyan bi van hemûyan ve girêdide, bihîstina sûcê wî di medyaya dewleta Adirbêcanê de bûye. Ev ne delîl e. Ji ber vê yekê, mehkemekirina Rûbên Vardanyan him qanûna navneteweyî û him jî ya Adirbêcanê binpê dike û divê ew tavîlê û bê şert û merc li gel 19 girtîyên sîyasî û dîlên şer yên ermenî yên xiristîyan bên berdan.

“Ez bang li serok Donald Tramp dikim ku soza xwe ya giştî ya ji serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re bicîh bînim û serbestberdana wan ji serok Alîyêv mîsoger bike da ku ew bikaribin bi ewlehî vegerin Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button