H’emû nûçeSereke

Ji nû ve nivîsandina dîrokê hêmanek bihêz ya şerê hîbrîd e: balyozê Ermenîstanêyî li Rûsyayê Arsênya

Balyozê Ermenîstanêyî li Fêdêrasîyona Rûsyayê Gûrgên Arsenyan hevpeyvîna ligel kanala têlêvîzyonê ya dewletê Rossiya 1 de gotîye, ji nû ve nivîsandina dîrokê û bi taybetî bûyerên şerê cîhanê yê Duyemîn, hêmanek şerê hîbrîd êye.

Arsênyan gotîye:”Ev hêmanek pir bihêz ya şerê hîbrîd li dijî her welatekî ye. Dema ku hûn kesekî neçar dikin ku dîrokê ji nû ve binivîse”.Ewî her wiha tekez kirîye ku ji nû ve nivîsandina dîrokê, bi taybetî bûyerên şerê cîhanê yê Duyemîn, nayê qebûlkirin. Arsênyan dîyar kirîye: “Ev serkeftina me ya hevbeş e”.

Sefîr her wiha destnîşan kirîye ku di şerê mezin yê welatparêzîyê de  500 000 î zêdetir ermenîyên êtnîkî şer kirine. 100 000 yên din jî di nav refên artêşên hevpeymanan de (bi piranî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya) şer kirine. 200 000 kesî zêdetir winda bûne, ku ev jî 13 selefê nifûsa wê ye. Ev yek ji hejmarên herî bilind yên li Sovêtêye ye. 107 ermenî bi sernavê qehremanê Yekîtîya Sovyêtê hatine xelatkirin.

Divê bê zanîn ku  100 zêdetir nûnerên mîsyonên dîplomatîk yên bîyanî li Moskvayê pêşangeha nûjenkirî li mûzêya navendî ya hêzên çekdar yên Fêdêrasîyona Rûsyayê temaşe kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button