H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê xelata “Rîya mîrata avropî ya pêşeng” wergirtîye

Komîtêya geştîyarîyê ya Komara Ermenîstanê radigihîne ku sala 2025 a, di çarçoveya xelatên geştîyarîyê yên cîhanê yên bi prêstîj, Ermenîstanê sernavê bilind û bi rûmet yê “Cîhê mîrata avropî yê pêşeng” wergirtîye.

“Ev nirxandina bilind careke din mîrata me ya çandî ya dewlemend, dîroka me ya sedsalan û nirxên me yên bêhempa, ku mêvanên ji çar alîyên cîhanê îlhamê didin, destnîşan dike”.

Nivîsarê de wiha tê gotin: “Werin em bi hev re asoyên nû vekin û dîroka xwe bi awayekî  raber bikin ku ji bo tevahîya cîhanê bibe çavkanîya îlham, girêdan û ezmûna hevpar”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button