H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan mijara girtîyên ermenî yên li Bekûyê li civîna konsêya mafên mirovan ya Netewên Yekbûyî de anîye ziman

23 ê sibatê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan beşdarî beşa asta bilind ya konsêya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bûye û gotarek  raber kirîye. Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya çapemenîyê ya wezîreta Ermenîstanêye karên der fêr dibe, axaftina xwe de Mîrzoyan li ser mijara dîlên şer yên ermenî yên li Bekûyê jî rawestîyaye. Axaftina tevahî li jêr tê raber kirin:

“Serokê hêja,

Birêzên hêja,

Îzinê bidine min ku berî her tiştî pîrozbahîyên xwe yên germ ji bo serokê konsêya mafên mirovan û endamên byûroyê ji bo hilbijartina wan  raber bikim. Her wiha dixwazim vê derfetê bikar bînim da ku spasîya xwe ya kûr ji komîsarê bilind yê mafên mirovan û ofîsa wî re dîyar bikim.

Vîzyon û nîyetên Ermenîstanê bi awayeke bê guman li ser vê bawerîyê ne ku divê stûna mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bêtir bê xurtkirin û çavkanîyên wê yên têrker bên peyda kirin da ku pêşîgirtina li binpêkirin û îstîsmarkirina qanûna navneteweyî ya mafên mirovan û qanûna mirovî bê girtin, hesabpirsîn û dubarenebûna wan bê mîsogerkirin.

Nakokî û krîzên mirovî yên ku zêde dibin û her weha newekhevîyên sîstêmîk û encamên wan yên gerdûnî yên bêveger, hewceyê çalakîyeke ne kêmtir biryardar in. Ermenîstan pabend e ku piştrast bike ku destpêşxerîya Neteweyên Yekbûyî ya berdewam û pêvajoya nirxandina pêşerojê ya konsêya mafên mirovan bibe derfeteke girîng ji bo nirxandinek dilsoz û çalakîyeke berbiçev ji bo qewînkirina konsêya mafên mirovan û mêxanîzmên wê wek kevirên bingehîn yên mîmarîya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî.

Hevkarên hêja,

Mîna gelek dêmokrasîyên din yên îro, civaka me bi pêleke gefên hîbrîd yên bihêz re rû bi rû ye, di nav de dêzînformasyon, manîpûlekirin û destwerdana derveyî. Ev kampanyayên hedefgirtî, hevrêzkirî û dijminane ne ku armanc dikin bigihîjin armancên taybetî, di nav de têkbirina bawerîya welatîyên me bi sazîyên dêmokratîk û bikaranîna bi bandor ya mafên mirovan. Bi saya qewînkirina domdar ya berxwedana dêmokratîk, rûbirûbûna van pirsgirêkan bûye karê me yê rojane.

Encameke din ya girîng ew e ku sala 2025 a de, Ermenîstan wê di rapora “Îndêksa azadîya çapemenîya cîhanê- 2025” ya rêxistina “Rojnamevanên bêsînor” de di rêza 34 a de cîh bigire, li gorî rêza 43 yemîn ya sala borî pêşveçûneke girîng tomar kirîye.

Li gorî pabendbûna Ermenîstanê ji bo pêkanîna sîstêmatîk û bi bandor ya erkên xwe yên navneteweyî yên mafên mirovan,mêxanîzma neteweyî ji bo qewînkirina berpirsîyarîya navneteweyî di qada mafên mirovan de, platforma dîjîtal ya çavdêrîya Ermenîstanê, par hate destpêkirin. Ew pergaleke navendî ye ku pêşnîyarên ku ji hêla mêxanîzmên navneteweyî û herêmî yên mafên mirovan ve têne  raber kirin tîne cem hev.

Piştî dehsalan ji pevçûnên çekdarî û krîzên mirovî, Ermenîstan û Adirbêcanê gavên biryardar ber bi aşîtîyeke mayînde li herêma me avîtine.Civîna aşîtîyê ya par li Waþîngtonê ne tenê aşîtî di navbera her du welatên me de ava kirîye, lê di heman demê de rê li ber bazirganî, girêdan û têkilîyên navbera mirovan vekir. Ji bo ku em vê rêyê ji peymanên di navbera hukumetan de derbaz bikin, em di navbera civakên xwe de, tevî nifûsên bandordar, bingehên dîyalog û bawerîya rastîn jî diavêjin.

Dawîyê de, ez dixwazim tekez bikim ku tevî zexta mezin ya li ser sazîyên piralî, divê em berdewam bimînin bi geşbînîya prînsîpî û bawerîya xwe ya kûr dîyar bikin ku pergala mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî bi xwe wê ji vê pêvajoyê bi kapasîteyek nûvekirî derkevin da ku peywira xwe ya gerdûnî bicîh bînin.

Spas dikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button