SerekeSîyasî

Tom Barak bo serok Barzanî: şarezahîyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî

Nûnerê serokê Amêrîkayê ji bo kar û barên Sûryayê Tom Barak, piştî hevdîtina xwe ya li gel serok Mesûd Barzanî, nivîsîîye: “Şarezahîyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî”.

Tom Barak 24 ê sibatê li ser hesabê xwe ya tora civakî “X” ê wêneyeke civîna xwe ya bi serok Barzanî re parve kirîye û li ser nivîsîye: “Şarezahîyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî”.

Nûnerê Amêrîkayê Tom Barakk 23 ê sibatê piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên îraqî, gihîşt Hewlêrê û li Pîrmamê ji alîyê serok Mesûd Barzanî ve hatîye pêşwazîkirin.Civînê de ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bûye, Barak kêfxweşîya xwe bi dîtina serok Barzanî anîye ziman.

Nûnerê Amêrîkayê spasîya xwe ji bo rola serok Barzanî di rêgirtina li berfirehbûna şer û tundûtûjîyê de dîyar kirine. Her wiha bal kişandîye ser hewildanên wî yên ji bo aramkirina geşedanên dawî yên li Sûryayê û piştgirîkirina rêkeftina di navbera hukumeta Sûryayê û Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) de.

Di beşeke din ya civînê de, Tom Barak destnîşan kirîye ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên Îraqê, girîng e sûd ji hukumet û rênimayên serok Barzanî bê wergirtin.

Barak tekez kirîye, Amêrîka dixwaze Îraq bibe xwedî serwêrîya xwe û di vê çarçoveyê de welatê wî giringîyeke mezin dide berdewamîya peywendî û şirîkatîya li gel Îraqê û Herêma Kurdistanê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button