Balafirgeha “Zvartnos” ê du katêgorîyan de wek serketîyê xelatên Customer Experience Awards ya ASQ hatîye nas kirin

Balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê ragîhandîye ku balafirgeh di du katêgorîyan de xelatên Customer Experience Awards ya ASQ ya bi prêstîj wergirtîye:
• Balafirgeha herî baş ya Avropayê
• Karmendên herî dilsoz
“Customer Experience Awards ya ASQ yek ji xelatên herî bi prêstîj yên cîhanê ye di warê xizmetgûzarîya rêwîyan û nirxandina ezmûnê de, ku ji hêla rêxistina navneteweyî ya balafirgehên konsêya navneteweyî ya cîhanê ve tê dayîn.
Xelatên xelatgir bi taybetî li ser bingeha nirxandinên serbixwe û raste-rast yên rêwîyan bi rêya ankêtên standardkirî têne destnîşankirin.
Daxuyanîyê de hatîye gotin:”Balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnos” di katêgorîya balafirgehên ku salane xizmetê didin 5-15 mîlyon rêwîyan de, ku bi tevahî 39 balafirgehên ji Avropayê hatine nirxandin, di nav serketîyan de ye”.







