Plana hukumeta Ermenîstanê tuneye ji bo girtina baregeha leşkerî ya Rûsyayêye li Gumirîyê

Plana hukumeta Ermenîstanê ji bo girtina baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li welêt tune.Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, civîna bi balyoz, dîplomat û nûnerên navendên analîtîk yên bîyanî li Polonyayê li înstîtûta têkilîyên navneteweyî ya Polonyayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku bersiva pirseke ji yek ji beşdaran da gelo hukumeta Ermenîstanê wê ji Rûsyayê daxwaz bike ku baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Gumirîyê bigire.
“Derbarê hebûna leşkerî ya Rûsyayê li welatê me, hûn dizanin ku di salên dawî de tiştek qewimî ye.Heta sala 2024 a, piranîya xalên kontrolê yên sînor yên Ermenîstanê bin kontrola Rûsyayê de bûn yan jî hebûneke pasvanên sînor yên Rûsyayê li wir hebû, bo nimûne, li balafirgeha me ya navneteweyî. Lê belê, niha hemî xalên kontrolê yên sînor yên li ser sînorên me ji hêla pasvanên sînor yên Ermenîstanê ve têne kontrol kirin. Bê guman, em ji Rûsyayê re spasdar in. Wek dewleteke nû ya serbixwe, di destpêka salên 90 î de me şîyanên peydakirina wî celebî xizmetê tunebûn, lê niha em dikarin û em şîyanên xwe pêş dixin”.
Serokwezîrê Ermenîstanê gotîye:”Der barê hebûna baregeha leşkerî ya Rûsyayê de tu plan, bername yan jî fikarên me tune ne. Em bi Rûsyayê re şirîkên nêzîk in, têkilîyên me yên aborî û sîyasî yên pir nêzîk hene”.
Nîkol Paşînyan bi bîr xistîye ku Ermenîstanê beşdarîya xwe di xebatên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve de herimandîye. “Ev ji ber hin bûyerên ku di sala 2022 a de qewimîy ye. Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve bêhêvî bûye, ji ber ku ji ber ku mecbûrîyeteke qanûnî hebû, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve bi têra xwe bersiv neda pirsgirêkên ewlehîyê yên Ermenîstanê. Lê ji alîyekî din ve, em dibêjin ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de di qonaxek veguherînê de ne. Em niha bi Rûsyayê re têkilîyên nû ava dikin. Bê guman, em bi biryar in û dixwazin têkilîyên xwe bi Rûsyayê re pêşve bibin, lê dîyar e ku ev têkilî ji ber gelek faktoran diguherin. Pir girîng e ku bê tekez kirin ku di mijdara sala 2020 î de, rola Rûsyayê û serokê Rûsyayê di danîna agirbestê bi Adirbêcanê re dîyarker bûye”,-Paşînyan gotye.







