SerekeSîyasî

Pêşveçûna sîyasî bêyî aşîtîyê: Ermenîstan û Adirbêcan nîv sal piştî civîna bilind ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî: RFE/RL

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tenê çend roj piştî serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vênse bo herdu welatan vegerîya Wasşîngtonê. Radyoya “Azadî” yê ragîhandîye ku qesira Sipî ev hewldan wek destpêşxerîyeke “Konsêya aşîtîyê” bi nav kirîye ku armanca wê qewînkirina tevgera ber bi çareserîyeke fermî ve ye.

Herdu rêberan 8 ê tebaxa sala 2025 a, li civîna li qesira Sipî de ku ji alîyê serok Donald Tramp ve hatîye lidarxistin, di bin çavdêrîya Dewletên Yekbûyî de peymana aşîtîyê îmze kirine. Lê belê, nêzîkî şeş meh şûnda, pirseke sereke hin jî dimîne: gelo pêşketina sîyasî veguherîye aşîtîyeke bêveger?

20 ê sibatê, cîgira alîkara wezîrê  Amêrîkayêyî karên der Sonata Kêltêrê li înstîtûta Hadsonê axivîye û civîna tebaxê wek “gaveke dîyarkir ji bo Başûrê Kafkasîyayê” bi nav kirîye.

Her du hukumetan “gavên berbiçev ji bo normalîzasîyakirina têkilîyan, vekirina rêyên bazirganî û tranzîtê û avakirina bingehên sazûmanî” avêtine ku armanca wan mîsogerkirina aşîtîya mayînde ye. “Heger rêber aşîtîyê hilbijêrin, em ê bi amûrên ku aşîtîyê vediguherînin serfirazîyê piştgirîya wan bikin”,-ewê gotîye û behsa veberhênan, hevkarîya ewlehîyê û bernameyên ji bo qewînkirina serwêrî û serxwebûna aborî kirîye.

Di navenda vê nêzîkatîyê de destpêşxerîya TRIPP ê heye, ku li gorî gotinên amêrîkî, ji bo hêsankirina tevgera “mirov, kelûpel, ênêrjî û ramanan” li herêmê û kêmkirina teşwîqên ji bo ji nû ve destpêkirina pevçûnan hatîye pêşxistin.

Her çend Waşîngton tekezî li ser yekbûna aborî dike jî analîst destnîşan dikin ku pêvajoyên sîyasî yên navxweyî, nemaze li Ermenîstanê, wê rêça pêvajoya aşîtîyê dîyar bikin.

Lê belê, wek guhertina herî tavîlê,ewê bal kişandîye ser hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê yên pêşerojê.Ewê tekez kirîye ku “Nîşana herî mezin ya niha hilbijartinên li Ermenîstanê ne” û destnîşan kirîye ku partîya Paşînyan hewce dike ku mandateke din mîsoger bike da ku desthilatdarîya xwe biparêze.

DAnîêrîê her wiha gotîye ku gelek çavdêr li bendê ne ku Rûsya gavên ku bandorê li dengdanê bike bavêje û îdîa kirîye ku Moskva rexne li hewldanên Paşînyan ji bo hilbijartina “rêyeke pragmatîk ya aşîtîyê” digire.

Analîstê destnîşan kirîye ku “Piştî hilbijartinên hezîranê em ê di derbarê pêrspêktîvên aşîtîyê de gelek bêtir zanibin”.

Balyozê berê yê Dewletên Yekbûyîye li Adirbêcanê Rîçard Kozlarîç gotîye ku xuya ye têkilîyên di navbera serokatîya Ermenîstanê û Adirbêcanê de di asta sîyasî de aram bûne.

Lê belê, li gorî wî, ev yek hîn nebûye sedema îmzekirina peymana aşîtîyê ya dawî.

Di heman demê de, Kozlarîç hişyarî daye ku alozîyên jêopolîtîk yên berfirehtir dikarin pêşveçûna bêtir tevlîhev bikin.Ewî gotîye ku di nav têkilîyên aloz yên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de, Tehran dikare hewl bide ku li hember berfirehbûna bandora amêrîkî li Başûrê Kafkasîyayê, nemaze li dora destpêşxerîya TRIPP, bisekine. Ewî her wiha bal kişandîye ser tiştê ku ewî wek dijberîya rêtorîkî ya zêde ya Moskvayê li hember çalakîyên amêrîkî li him Ermenîstanê û him jî Adirbêcanê bi nav kirîye, di nav de fikarên Rûsyayê yên li ser hevkarîya navokî ya amêrîkî-Ermenîstanê.

Kozlarîç gotîye: “Ez hêvî nakim ku Îran yan Rûsya bi hêsanî serkeftina Dewletên Yekbûyî li Başûrê Kafkasyayê qebûl bikin”.

Niha, rêveberîya Tramp hewil dide ku bi hevkarîya di binesazîyê, bazirganîyê û ewlehîyê de aşîtîyê qewîn bike, û dibêje ku berjewendîyên aborî yên hevpar dikarin bibin alîkar ku pêşî li ji nû ve destpêkirina pevçûnan bigirin.

Gavên sereke ji bo pêşeroja nêzîk ew in ku dawî li pêşxistina û pejirandina peymana aşîtîyê ya berfireh bê kirin, piştî hilbijartinan li Ermenîstanê aramîya sîyasî bê mîsogerkirin û her wiha dest bi xebatên berbiçev yên li ser projeyên tranzît û ragîhandinê yên têkildarî TRIPP ê bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button