SerekeSîyasî

Di navbera du keviran de: pispor xetereyên şerê li Rojhilata Navîn ji bo Ermenîstanê wiha dinirxînin

Sîyaseta der ya hevseng ya ku Komara Ermenîstanê pejirandîye hişyarîyê dixwaze, nemaze di demên pevçûnan de. Rewşa aloz ya li Îranê û Rojhilata Navîn ji alîyê Ermenîstanê ve di asta dewletê de hin çalakî û gavan diavêje.Gelek analîst, dema rewşê dinirxînin, bawer dikin ku Ermenîstan, bi awayekî mecazî, xwe di navbera du keviran de dîtîye, ji ber vê yekê divê Yêrêvana fermî her gavekê bipîve û bi baldarî hesab bike.

Ji Yêrêvana fermî bo Têhranê peywendîyeke têlefonî hatîye kirin, wezîrên Ermenîstanê û Îranêye karên der axivîne. Ararat Mîrzoyan ji bo şehîdbûna rêberê bilind û welatîyên Îranê sersaxî ji Abbas Araxçî re xwestîye. Her wiha amadebûna Ermenîstanê ji bo dabînkirina alîkarîya mirovî ya pêwîst ragîhandîye.Abbas Araxçî jî piştrast kirîye ku Îran di şerekî berfireh de ye û wê tola xwîna rêberê xwe yê şehîd hilîne.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî ji bo qurbanîyên rêberî û welatîyên Îranê têlêgrama serxweşîyê ji serokê Komara Îranêye Îslamî Mesûd Pêzêşkyan re şandîye. Nîkol Paşînyan rola şexsî ya Ayatolah Elî Xamênêyî di pêşxistina têkilîyên Ermenîstan-Îranê de tekez kirîye. Dawîya têlêgramê de, serokwezîrê Komara Ermenîstanê ji gelê dost yê Îranê re aştî û sebir xwestîye.

Ev gavên fermî û dîplomatîk yên Yêrêvanê nayên wê wateyê ku Ermenîstan di rewşa heyî de tu alîyekî ji xwe cuda dike. Endamê fraksîya “Peymana sîvîl”  Vahagin Alêksanyan zelal dike:

“Ez dikarim bêjim ku wezîreta karên der ya me bi hemû hevkarên xwe re dixebite, bi her kesî re di têkiliyê de ye. Ji bo me, bê guman pêşînîya welatîyên Ermenistanê yên li welatên cûre-cûre yên ku ji van hemûyan bandor bûne ne.

Bê guman, hukumeta Ermenîstanê û piranîya parlamêntê ji tiştê ku diqewime pir bi fikar in. Hemû senaryoyên gengaz têne nîqaşkirin û Komara Ermenîstanê her hewlekê dide ku ji bo her tiştî bi qasî ku pêkan amade be”.

Rojhilata Navîn Yêrêvanê neçar dike ku her gavekê hesab bike. Konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê  27 ê çibatê û dû re jî 1 ê adarê de civîn li dar xistîye.Hûrgulîyên nîqaşan nehatin eşkerekirin.Cîgirê wezîrê parastinê Arman Sargsyan li ser vê mijarê bêdeng e, tenê piştrast dike ku hemî hesabên gengaz têne kirin û hemî senaryoyên gengaz yên ji bo guheztina rewşê têne hesibandin.

“Civîna konsêya ewlehîyê pêk hatîye û bê guman, sazîyên têkildar dixebitin da ku fikaran ji holê rakin. Li Ermenîstanê aşîtî heye û ez dixwazim ku em bi berçevgirtina vê rastîyê pêşve biçin û ez ji we dixwazim ku hûn rewşê bi wê mantîqê binirxînin”.

Çarçoveya teqîneke nû ya herêmî de, îranzan Gêorgî Mîrzabêkyan helwest û gavên Ermenîstanê bi awayekî erênî dinirxîne.

“Helwesta me ya fermî bi rewşa heyî re ji ya berê zêdetir lihevhatî bûye. Ez difikirim ku tiştê herî girîng ji bo me jîngeha ewlehîyê ye.Dema ku pêşketinên li dijî Îranê têne berçevgirtin, ez difikirim ku niha tiştê herî girîng parastina jîngeha ewlehîyê ye û wek ku dibêjin, tiştê herî girîng ji bo me ew e ku em tenê pêşketinan ji nêz ve bişopînin”.

Analîst wê yekê jî girîng nabînin ku çend roj berîya opêrasîyonên leşkerî yên li dijî Îranê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papikyan li Tehranê bûye, li wir bi rayedarên ku niha hatine kuştin  hevdîtin pêk anîye. Li gorî îranzan Gêorgî Mîrzabêkyan, di warê kêmkirina rîskan de jî gaveke serkeftî bûye, nemaze dema ku Tehran bi berdewamî fikarên xwe yên li ser TRIPP û heyîna alîyê amêrîkî dîyar dikir. Ji ber vê yekê, li gorî analîst, Ermenîstan xwe di navbera du keviran de dîtîye.

Bi wateya ku têkilîyên wê yên pir baş hem bi Rojavayê, him bi Dewletên Yekbûyî re hene, bi berçevgirtina hemû peymanan û hem jî bi Îranê re. Bi vî awayî, serdana Papîkyan, dema pir girîng bûye û dibe ku ew jî bi wê yekê ve girêdayî bûye, pêdivî bi şêwirmendîyê li her du alîyan hebû. Di derbarê pêşketinan de, ez difikirim ku helwesta Ermenîstanê pir zelal e û her weha di mijara TRIPP de, ku berî her tiştî, di warê pêşketinan de, em rêzê li îstîqirarê digirin. Û TRIPP zirarê nade berjewendîyên vî yan wî welatî. Em zanin ku Îranê her gav fikar hebûn û ez difikirim ku rast bû ku vê serdemê bikar bînin da ku wan peyaman ragihînin, wan fikaran ji holê rakin”.

Sefîrê berê yê Ermenîstanê yê li wezîreta karên der Êdmon Marûkyan, balê dikişîne ser rewşeke din:

“Îran di dîrokê de tekane welat e ku di rojekê de êrîşî 7 welatên Kendavê kirîye, ku 27 baregehên leşkerî yên amêrîkî bûne hedef. Niha bên ser Komara Ermenîstanê. Bila kes nefikire ku tiştê ku qewimîye û em nizanin wê çiqas berdewam bike, wê bandorê li ser rêza cîhanê neke. Wekî din, ez dixwazim ji her kesî re bêjim ku gelek kesên ku digotin divê pergala me ya ewlehîyê li ser vê kevana Ermenîstan-Îran-Rûsyayê bê avakirin û beşên din jî digotin ku divê ew li ser pergala Rojavayê bê avakirin, niha her kes dibîne ku heger me li ser pergala Rojavayê ava bikira, em ê jî bibûna hedef, Ermenîstan wê niha wekî welatên cînar yên din bê bombebaran kirin.Heger me berevajî vê bikira, wê li wir jî pirsgirêkên me bibûna. Bi gotineke din, pergala me ya ewlehîyê pir nazîk û tijî dijwarî ye, ji bo tu pirsekê bersivek dîyarkirî tune”.

Opozîsyona Ermenîstanê ditirse ku Adirbêcan wê hewil bide ji rewşa Rojhilata Navîn sûd werbigire. Lê ev tenê yek ji fikaran e. Endamê fraksîya “Ermenîstan” Artûr Xaçatryan, ji bilî xetereyên sîyasî, mirovî û bi taybetî aborî jî tekez dike.

“Bi gelemperî, ew her gav hewil didin ku di ava qirêj de mesîyan bigirin. Ji ber vê yekê, ez tiştekî red nakim. Ez difikirim ku di her rewşê de, divê hêzên çekdar bên gihandin astek bilind ya amadebûnê. Binêre, heke sînorê bi Îranê re ji bo demeke dirêj girtî be, hûn şer fam dikin, rast e? Tewra ku hûn bi ewlehî ji sînor derbaz bibin jî, wê hingê divê hûn herî kêm bikaribin bigihîjin Bandara Abbas. Bi gotineke din, heger sînor bê girtin, em ê windahîyên aborî yên girîng hebin û em ne tenê li ser bazirganîya hevbeş diaxivin. Îran yek ji rêyên sereke yên bazirganîyê ye. Encamên neyînî wê eşkere bin û her weha astengîyeke di veguhastina hewayî de heye. Tiştek din ev e, heke em herikîna penaberan hebe, ew kes hewce ne ku bên birêvebirin, rast e? Tiştekî din ev e, 50 mêtr li jêr Ermenîstanê şer heye, hûn nizanin çi dikare bibe. Ez niha nikarim reçeteyek amade bidim, lê ew pirsgirêk e, rast e?”

Her çend analîst bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin dişopînin û hewl didin fêm bikin û binirxînin jî ew dibêjin ku pêşbîniyên wan hîn ne dîyar in. Yek ji van pêşbînîyan bi şerekî din ve girêdayî ye.Guman hene ku bombebarankirina kargehên dronan li Îranê jî dikare bandoreke girîng li ser şerê Rûsyayê-Ûkraînayê di pêşerojê de bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button