H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalas  tekezî li ser beşdarbûna çalak di pêşvebirina ajenda Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi cîgira serokê komîsîyona Avropayê û nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê re bi rêya têlefonê axivîye.

Hevpeyvîneran rewşa Rojhilata Navîn, mijarên mirovî  niqaş kirine.

Wezîr Mîrzoyan bal kişandîye ser nêzîkatîyên Ermenîstanê ji bo pêşvebirina rojeva aşîtîyê û her weha piştgirîya ku di nav nifûsa Ermenîstanê de ji bo qewînkirina domdar ya aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de.

Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalas tekezî li ser beşdarîya xwe ya çalak di pêkanîna bûyer û serdanên pêşerojê û pêşvebirina ajandaya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button