H’emû nûçeSereke

Kêvîn Hamlîton wek nûnerê taybet yê NATO ê ji bo Kafkasîyayê û Asyaya Navîn hatîye  kifşkirin

Kêvîn Hamlîton wek nûnerê taybet yê NATO ê yê nû ji bo Kafkasyayê û Asyaya Navîn hatîye  kifşkirin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, agahdarî li ser  malpera fermî ya NATO ê hatîye weşandin.

Tê destnîşankirin ku Hamlîton berpirsîyarê sîyaseta hevpeymanîyê li van her du herêmên girîng e.

Ew her wiha cîgirê alîkarê sêkrêtarê giştî yê NATO ê ji bo hevkarîyê di beşa kar û barên sîyasî û sîyaseta ewlehîyê de ye.

Kêvîn Hamlîton ji sala 2023 a heta 2026 a wek balyozê Kanadayêyî li Tirkîyayê xebitîye, di heman demê de wek balyozê Kanadayêyî li Gurcistanê û Adirbêcanê xebitîye.

Ji sala 2016 a heta 2020 î, wek balyozê Kanadayêyî li Rûmînyayê, Bilgarîyayê û Moldovayê xebitîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button