
Damezrînerê “Alîk Mêdîa” ê û analîstê pevçûnan Arsên Xaratyan, nêrînên xwe li ser sîyaseta der ya Ermenîstanê, pirsgirêkên navxweyî û hilbijartinên pêşerojê li ser Factor TV raber kirîye. Derbarê helwesta Ermenîstanê di rewşa derdora Îranê de, Arsên Xaratyan wiha gotîye:
“Helwesta fermî û bêalî ya Ermenîstanê bêalîbûna erênî ye û ez difikirim ku ev rêbaza rast e. Ev ne şerê me ye. Her çend em ê bê guman di qonaxekê de bandor bibin jî bandoreke dîyarkirî heye, ew hîn ne girîng e. Wekî din, ew dikare ji bandora sîyasî, aborî bigire heya bandora mirovî be”.
Xaratyan bi balkişandina ser pêşnîyara serokkomarê duyemîn Robêrt Koçaryan ku Ermenîstan divê hewl bide şer rawestîne, pirsek pirsîye:
“Helwesta fermî û bêalî ya Ermenîstanê bêalîbûna erênî ye û ez difikirim ku ev rêbaza rast e. Ev ne şerê me ye. Her çend em ê bê guman di qonaxekê de bandor bibin jî bandoreke dîyarkirî heye, ew hîn ne girîng e.Wekî din, ew dikare ji bandora sîyasî, aborî bigire heya bandora mirovî be”.
Xaratyan li ser ramanên avakirina ewlehîya Ermenîstanê li ser eksena Rûsyayê-Îranê yan jî tevlîbûna dewletek yekîtîyê bi Rûsyayê re, ku ji hêla Vîtalî Balasanyan û Robêrt Koçaryan ve hatine anîn, şîrove kirîye.
“Mirovên cuda bi arketîpên cuda, bi ramanên kevinar dijîn. Ew li ser dîroka 200 salên dawî niqaş dikin: ji Gulistanê, Tirkmênçayê bigire heta peymanên Qeris û Moskvayê. Di wê demê de, nexşe diguherin, bandora dewletan diguhere, rewş diguhere, ew bi ramanên xwe yên arketîp berdewam dikin. Dibe ku hin mantîq hebe ku çima ew bi vî rengî difikirin, lê ez nikarim bersivê bidim çima kesên ku xwedî hişmendîyeke wisa ne hene, ji ber ku dibe ku wan serdema Sovyêtê wek kolonyalîzm nedihesibandin, ji ber ku ew “bi seheta bereketê” dijîn, ji ber ku çêtir e, wekî ku ew hiz dikin bêjin, ku parêzgeheke Rûsyayê be ji wîlayeteke Tirkîyayê. Di vê navberê de, herêm, welat, nexşeyên sîyasî li dora me, di nav de Başûrê Kafkasyayê jî, bi girîngî diguherin”.
Xaratyan piştrast e ku mijara sereke ya hilbijartinên pêş de wê hilbijartina jêopolîtîk be: “Rojevanî li ser hilbijartina jêopolîtîk ya di navbera Rûsyayê û Rojava de ye. Mixabin, ev pirsgirêka sereke ye ku heye”.
“Ne rast e ku ev ê heman wêneyê be ku em ê di hilbijartinan de bibînin.Carina heman avahîyên bi nav û deng bi hevkarên xwe yên ermenî re lêkolîn kirine, lê paşê me wêneyek cuda dîtîye.Du-sê mehên pêş de çi dibe bila bibe ji bo kesî ne dîyar e. Ez difikirim ku dibe ku di mijara cîhên duyemîn û sêyemîn de hîn jî guhertin hebin. Piranîya sîyasî ya heyî dibe ku piranîya dengan hebe, wekî ku tê xuyang kirin, lê ew jî bi çalakîya beşdarbûna di hilbijartinan de ve girêdayî ye”.
Li gorî analîstê pevçûnê, qada opozîsyonê bi dijwarîyeke cidî re rû bi rû ye: “Pirsgirêk wê ew be ku dengên opozîsyonê li dora ajendaya prorûsyayê bên komkirin. Li wir wê pir dijwar be, ji ber ku hevgirtinên dengan hene. Di vî warî de, ez difikirim ku pirsgirêka Robêrt Koçaryan wê dijwartir be”.
Xaratyan her wiha li ser pêvajoyên întêgrasyonê yên Ermenîstanê ber bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî ve axivîye.
“Yekîtîya Avropayê jî naxwaze zêde biaxive, ji ber ku belgeya ku sala 2017 a de hatibû îmzekirin li cem me hebû, ku pêkanîna wê pirsgirêkên cidî hene. Di sîstema dewleta me û îradeya me ya sîyasî de gelek kêmasî hene. Hevkarîya me ya stratejîk bi Dewletên Yekbûyî re girîngtir e. Eşkere ye ku ev şer niha diqewime û her tişt li ser wê bûye, lê di sêktora ênêrjîyê de, di sêktora têknolojîyê de, ez hêvî dikim ku em ê bi awayekî dualî pêş bikevin. Bi gotineke din, ev ne tenê întêgrasîyon bi Yekîtîya Avropayê re ye, lê di heman demê de pêrspêktîva kûrkirina hevkarîya stratêjîk bi Dewletên Yekbûyî re ye”.







