Ermenîstan wê bi pavîlyoneke neteweyî beşdarî pêşangeha navneteweyî ya xwarin û vexwarinê ya “𝐒𝐢𝐚𝐥𝟐𝟎𝟐𝟔” li Parîzê bibe

Komara Ermenîstanê wê 17-21 ê cotmeha sala 2026 a beşdarî pêşangeha xwarin û vexwarinê ya navneteweyî “𝐒𝐢𝐚𝐥 𝟐𝟎𝟐𝟔” bibe ku li navenda pêşangehê ya Paris Nord Villepinte li Parîzê wê pêk bê.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Komara Ermenîstanêye aborîyê ragîhandîye û hatîye destnîşankirin ku Komara Ermenîstanê îsal wê cara duyemîn bi pavîlyoneke neteweyî beşdarî pêşangehê bibe.
Wezîret destnîşan dike ku SIAL Paris yek ji platformên pîşeyî yên herî mezin û bi prêstîj yên cîhanê di pîşesazîya xwarinê de ye, ku her du salan carekê tê lidarxistin, nêzîkî 8,000 şîrketên beşdar û bi sed hezaran pisporên pîşesazîyê ji welatên cuda yên cîhanê tîne cem hev.
Ev pêşangeh derfetekê peyda dike ji bo pêşkêşkirina berhemên ermenî li bazarên navneteweyî, avakirina têkilîyên karsazîyê yên nû û berfirehkirina erdnîgarîya hinardekirinê, nasîna trêndên cîhanî û çareserîyên nûjen yên di sêktorê de û beşdarbûna di civînên B2B û nîiqaşên pîşeyî de.
Konfêransên sêktorî, analîzên bazarê û her wiha pêşkêşkirina berhemên nûjen jî di çarçoveya pêşangehê de têne organîzasîyakirin.
Agahîyên pêşangehê û şert û mercên qeydkirinê li ser malpera fermî têne dîtin.
Şert û mercên beşdarbûnê li ser lînka jêrîn têne dîtin.
Wezîret destnîşan dike ku ji bilî erkên ku di şertên beşdarbûnê de hatine destnîşankirin, lêçûnên rêwîtî û mayînê ji hêla beşdaran ve têne dayîn.
Şîrketên ku dixwazin beşdarî çalakîyê bibin dikarin heta 5 ê adara sala 2026 a, seheta 18:00 a, bi karanîna lînka jêrîn qeyd bibin.







