H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê di pêvajoya dîyaloga serbestberdana vîzayê ya bi Yekîtîya Avropayê de pêşketinên berbiçev bi dest xistîye:Arpînê Sargsyan

Ermenîstan tekane welate ku Yekîtîya Avropayê niha pê re dîyalogê li ser serbestberdana vîzayê dimeşîne, ku ev nîşaneke sîyasî ya girîng e û kûrahîya hevkarîya di navbera her du alîyan de nîşan dide.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye karên hundur Arpînê Sargsyanê  civîna çapemenîyê ya hevbeş de bi komîsarê kar û barên navxweyî û koçberîyê yê Yekîtîya Avropayê, Magnûs Brûnêr re daye kifşê.

Li gorî wê, dîyaloga li ser serbestberdana vîza Yekîtîya Avropayê ji bo welatîyên Ermenîstanê, ku  îlona sala 2024 a de dest pê kirîye, yek ji qonaxên girîng di pêşxistina hevkarîya di navbera alîyan de ye.

“Ev pêvajo ne tenê li ser derfetên rêwîtîyê ji bo welatê me ye. Ew ajandeyeke rêformê ya berfireh dihewîne ku armanc dike sazîyên dewleta me qewîn bike, koçberî û rêveberîya sînor baştir bike û her weha hevkarîya navneteweyî ya bicîhanîna qanûnê pêş bixe.Bîr bînim ku ji destpêka dîyalogê ve, Ermenîstanê plana çalakîyê di demeke rêkordê de di nav welatên berawirdî de wergirtîye, ku nirxandineke pir balkêş e.Wek sermûzakerê alîyê Ermenîstanê, ez girîng dibînim ku destnîşan bikim ku ji destpêka dîyalogê ve, Ermenîstanê jixwe pêşveçûneke berbiçev tomar kirîye, bê guman, bi nirxandinên me.Hukumeta Ermenîstanê bi tevahî pabend e ku hemî pîvanên ku ji hêla plana çalakîyê ya lîbêralîzasyona vîzayê ya Yekîtîya Avropayê ve hatine danîn bicîh bîne”,-Sargsyanê tekez kirîye û lê zêde kirîye ku mêxanîzmên guncav ji bo hevrêzkirina bi bandor ya pêvajoyê hatine efirandin.

Wezîra karên hundur piştrast kirîye ku Ermenîstan wê hevkarîya nêzîk bi Yekîtîya Avropayê û hevkarên navneteweyî re bidomîne da ku pêkanîna vê pêvajoyê bi serkeftî mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button