
Wezîrê Îtalyayêyî karên der Antonîo Tacanî ragîhandîye ku êrîşî baregeheke wan ya li Hewlêrê hatîye kirin lê tu windahîyên wan yên canî nînin.
Tacanî li ser tora civakî ya X ê nivîsîye:
“Ez bi tundî wê êrîşa ku li ser baregeheke Îtalyayê ya li Hewlêrê hatîye kirin şermezar dikim.
Ez bi balyozê Îtalyayê yê Îraqê re axivîme. Em kêfxweş in ku hemû leşkerên me yên li wir baş û bi silamet in”.
Îtalya erkên xwe di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de bi cîh tîne.
Îtalya ji îlona sala 2014 a ve endamê hevpeymanîya navneteweyî ya li dijî DAIŞ ê ye û di gelek waran de alîkarîya Îraqê û Herêma Kurdistanê herêmê kirîye.
Îtalya li gel Amêrîka û Erebistana Saûdî serkêşîya komeke di nav koalîsyonê de dike ku armanca wê nehiştina çavkanîyên dahata DAIŞ ê û tunekirina torên wê yên darayî ye.
Amarên hêzên Îtalyayê yên li herêmê
Li gorî amarên koalîsyonê, li Îraqê û Herêma Kurdistanê 900 leşker û şêwirmendên Îtalyayê hene.
Ew bi 84 wesayît û barhilgirên leşkerî û 11 balafirên leşkerî û şer beşdarî bicihanîna erkên koalîsyonê dibin.
Li gorî agahîyên çavkanyeke ewlehîyê, hemû dronên ku şeva çarşemê arasteyî Hewlêrê hatibûn kirin hatine têkşikandin û xistin.







