Wezîrê Hindistanêyî karên der ji bo alîkarîya derxistina welatîyên xwe spasî nîşanî Ermenîstanê daye

Wezîrê Hindistanêyî karên der Sûbramanyam Cayşankar spasîya gel û hukumeta Ermenîstanê kirîye ji bo mîsogerkirina derxistina ewle ya welatîyên welatê xwe ji Îranê.Wek ku ji hêla “Armenpress” ê hatîye ragîhandin, derheqa wê yekêda ewî li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye.
Cayşankar nivîsîye û nivîsara xweda derheqa wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanda jî daye kivşê: “Em ji hukumet û gelê Ermenîstanê re spasdar in ji bo alîkarîya wan ya heta niha derxistina ewle ya 550 welatîyên hindî ji Îranê. Em piştgirîya wan di demên dijwar de pir teqdîr dikin”.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der 11ê adarê daxuyanîyek weşandîye, li gorî kîjanê ji destpêka şerê li Îranê welatîyên 46 welatan bi rêya axa Ermenîstanê hatine derxistin.
Lîste welatên cînar dihewîne: Gurcistan, Îran, Tirkya, welatên parzemîna Amêrîkayê: Dewletên Yekbûy, Kanada, Mêksîka, Ûrûgvay, welatên Avropayê: Aûstrya, Almanya, Îtalya, Latvîya, Yûnanistan, Padişatîya Yekbûyî, Holandya, Norvêc, Swêd, Swîsr, Portûgalya, Sêrbya, Ûkraîna, Fînlandya, Fransîya, welatên herêmên Avrasyayê û Asyayê:Avstralya, Bêlarûs, Tirkmênistan, Hindistan, Qazaxistan, Qirqizistan, Nêpal, Zêlandya Nû, Çînistan, Tacîkistan, Rûsya, Ûzbêkîstan, Fîlîpîn, welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê: Gvînêya, Misir, Yêmên, Zimbabvê, Îraq, Libnan, Afrîkaya Başûr, Maroko, Nîgêrya, Sîêra Lêon, Sûrya.







