Em ê Ermenîstanê li dijî destwerdana der tenê nehêlin:Kalasê şandina tîmê bersiva bilez ya Yekîtîya Avropayê ragîhandîye

Nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê û cîgira serokê komîsyona Avropayê Kaya Kalasê konfransa rojnamevanî de li Bryûsêlê ragîhandîye ku li ser daxwaza Ermenîstanê, Yekîtîya Avropayê wê tîmeke berteka bi lez ya Hîbrîdê bişîne wî welatî da ku li dijî gefên der ber bi hilbijartinên parlamêntîyê ve biçe.
Kalasê gotîye:”Piştgirîya berxwedana dêmokratîk li cînartîya me hîn jî girîng e. Em ê Ermenîstanê tenê nehêlin ku bi destwerdana der re rû bi rû bimîne. Dêmokrasîyên di bin zextê de dikarin li ser Avropayê hesab bikin”.
Hatibû ragihandinê ku Yekîtîya Avropayê amadekarîyan dike ku di şerê li dijî destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên parlamêntîyê yên ku ji bo hezîranê hatine plankirin, alîkarîya Ermenîstanê bike, pêşî bi şandina “Tîma bersiva bilez ya Hîbrîdê” ji bo şerê li dijî dêzînformasîyona Krêmlê û paşê jî dibe ku, bi şandina mîsyonek sîvîl ya daîmî.







