Yekîtîya Avropayê wê destpêka nîsanê de ji bo rûbirûbûna gefên hîbrîd komeke pisporan bişîne Ermenîstanê

Yekîtîya Avropayê wê destpêka nîsanê de mîsyoneke pisporan ya ji 9-14 kesan pêk tê bişîne Ermenîstanê da ku alîkarîya rayedaran bike di têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û manîpûlasîyakirina agahîyên bîyanî de.
Belgeya ku ji alîyê “Azay” ê ve hatîye bidestxistin, dibêje ku mîsyon wê 10-15 rojan li Ermenîstanê bimîne.Ev kom wê alîkarîya ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê û konsêya ewlekarîyê bike ku “planek û rêziknameyek ji bo birêvebirina krîzan di rewşên êrîşên sîber û manîpûlasîyakirina agahîyên bîyanî de pêş bixin”. Komîsyona hilbijartinê ya navendî, wezîreta karên navxweyî û dezgehên bacê jî wê sûdmendê alîkarîyê bin.
Yekîtîya Avropayê bawer dike ku Ermenîstan bi kiryarên tund yên hibrîdê re rû bi rû maye ku armanc dikin “sazûmanên dêmokratîk û bawerîya giştî têk bibin”. Ev kiryar manîpûlekirin û destwerdana agahdarîya bîyanî, gefên sîber û fînansekirina neqanûnî ya pêvajoyên hilbijartinê vedihewîne.
Belgeya ku ji alîyê konsêya Avropayê ve hatîye pejirandin hatîye kifşê: “Gelek îhtîmal e ku ev gef di dema hilbijartinên 7 ê hezîrana sala 2026 a de zêdetir bibin”.
Belge eşkere dike ku Ermenîstanê mijdara borî berbirî Yekîtîya Avropayê bûye, tîmeke nirxandinê ji Yekîtîya Avropayê çileyê de gihîştîye Ermenîstanê û wê serdanê “têgihîştinên zelal li ser lawazîya welêt ya li himber gefên hîbrîd peyda bike”. Belge behsa mînakên taybetî nake.







