
DEM Partîyê ji bo ku 21 ê adarê, roja Newrozê, wek betlaneya fermî bê ragîhandin, pêşnîyazeke yasayê raberî parlamênta Tirkyayê kirîye.
Wekîlên serokê koma DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sêzaî Temelî pêşnîyaza yasayê raberî serokatîya parlamênta Tirkyayê kirine.
Di pêşnîyazê de behsa dîroka Newrozê hatîye kirin û hatîye gotin ku di serî de kurd, gelek gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Newrozê wek cejin pîroz dikin.
Bîranîna qedexe û qurbanîyan
Di pêşnîyazê de hatîye bibîranîn ku di demên borî de Newroz hatîye qedexekirin û gelek kesên ku beşdarî pîrozbahîyan bûne, canê xwe ji dest daye.
Ji bo aşîtîya civakî
Her wiha hatîye dîyarkirin ku Newroz ji alîyê rêxistina perwerde, zanistê û çandê ya Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya mîrata çandî ya mirovahîyê de cîh digire.
Hatîye ragîhandin ku civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî sala 2010 a Newroz wek “Cejina Newrozê ya cîhanê” ragîhandîye.
Di pêşnîyazê de hatîye destnîşankirin ku ragîhandina Newrozê wek betlaneya fermî wê ji bo aşîtîya civakî jî bibe alîkar.
Sala borî jî parlamêntarê AK Partîyê yê Stembolê Serkan Bayram pêşnîyazeke yasayê raber kiribû û xwestibû 21 ê adarê wek cejina Newrozê bê ragîhandin.
Serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Êrdogan jî di daxuyanîya xwe ya 21 ê adarê de gotibû:
“Heger em nêrîna raya giştî wergirin, hûn amade ne 21 ê adarê wek cejina biharê û biratîyê bê ragîhandin?”







