H’emû nûçeSereke

Xebata stansîya  Ermenîstanêye atomî  wê 10 salên din bê dirêjkirin: bername wê di çend rojan de dest pê bibe

Stansîya  Ermenîstanêye atomîyenû wê heta sala 2036 a bê avakirin. Ew ê modûlar be.Dîyar e ku wê ji bo avakirinê pêşînîyara kîjan hevaltîyê bê dayîn. Heta wê demê, yekîneya hêzê ya kevin ya  stansîya Ermenistanêye atomî wê hîn jî di xebatê de be. Lê di demek nêzîk de, ew ê neçar bimîne ku ji pergalê bê qut kirin, vê carê ji bo demeke dirêjtir ji ya asayî.Sala 2021 a de,  stansîya atomî ji bo ji nû ve amûrkirinê 156 rojan hatîye rawestandin.

Çend rojan de, bernameya dirêjkirina dema xebitandina stansîya Mêsamorêye atomî ji bo 10 salên din wê bê destpêkirin.Wezîrê rêveberiya herêmî û binesazîyê Davîd Xûdatyan dibêje ku ji bo pêkanîna bernameyê nêzîkî 63 mîlyard dram hatîye veqetandin.

“Bernameya yekem ya dirêjkirina dema xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî di rê de ye, heta sala 2026 a (di sala 2016 a de, dema xebitandina stansîya  Ermenîstanêye atomî 10 salan hatîye dirêjkirin). Tenê di çend rojan de, bernameya duyemîn ya dirêjkirina dema xebitandinê wê bê destpêkirin, ku tê vê wateyê ku dema xebitandina stansîya atomî ji bo 10 salên din bê dirêjkirin”.

Di demek nêzîk de, ji bo ji nû ve amûrên nû, stansîya atomî wê ji bo pênc mehan bê girtin.

“Stansîa atomî çavkanîyeke êlêktrîka erzan e û dema ku ew nexebite, ew bixweber bandoreke neyînî li ser tarîfa giştî dike. Lê ji ber ku me feyde û balîfên darayî yên ku ji hêla xalên din ve têne çêkirin hene, em ê hewil bidin ku wana kêm bikin”.

Dawîya sala 2024 a de, hukumetê hevaltîke hevbeş ya girtî ava kirîye.Ew di hilbijartina modêla stansîya atomî de xizmetên şêwirmendîyê dide hukumetê. Kîjan vebijark wê bê hilbijartin: rûsî, amêrîkî, fransî yan korêayî? Faktorên girîng di hilbijartinê de kapasîteyên pêşnîyarkirî, ewlehî û tenê piştî wan, lêçûn in. Wezîrê ênêrjî û çavkanîyên madenî Davîd  Xûdatyan dibêje, hîn jî tenê eşkere ye ku stansîya atomî ya nû wê modûlar be.

“Hukumeta Ermenîstanê cûreyê stansîya atomî hilbijartîye: stansîya atomî ya modûlar. Îsal yan jî destpêka sala  2027 a de, em ê modêlê hilbijêrin, piştî wê em ê derbazî qonaxa din bibin”.

Hukumet berdewam dike ku li ser pêşnîyarên ji welat û hevaltîyên cuda niqaş bike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan berê ragîhandibû ku Ermenîstan bi hejmareke welatan re, bi taybetî Dewletên Yekbûyî, Çînistanê, Fransîyayê, Rûsyayê û Korêya Başûr, li ser avakirina stansîya atomî ya modûlar danûstandinan dike.

Pispor her wiha li ser gengazîya avakirina  stansîya atormî ya modûlar niqaş dikin.Vaçagan Harûtyûnyan, serokê beşa lêkolînên fîzîka bikaranînî li laboratorya zanistî ya neteweyî ya Alîxanyan, avantajên wan destnîşan dike:

“Ew rêaktoreke kompakt e, heta 300 mêgavatî, ji alîyê darayî ve erzan e, û ekîb dikare biçûk be”.

Lê zanyar dêzavantajên stansîyayên modûlyar yên biçûk jî destnîşan dike. Bi raya wî, ew dikarin wek çavkanîyek ênêrjîyê ya zêde bê hesibandin:

“Rewşa sereke de, kapasîte dikare bê berhevkirin û heger pêwîst be, bê bikar anîn. Ji alîyekî din ve, divê îhtîmala hilberîna li cîhê hebe”.

Li ser mijarekê, pispor yekdeng in: ji alîyê serxwebûna ênêrjîyê ve, hebûna yekîneyeke ênêrjîya  atomî di sîstema ênêrjîyê ya Ermenîstanê de pir girîng e. Ji ber vê yekê, hem kapasîte û hem jî celebê stansîya ku tê çêkirin pir girîng in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button