H’emû nûçeSereke

Marta Kos hevdîtina xwe ya bi Nîkol Paşînyan re tekez kirîye ku Yekîtîya Avropayê piştgirîya tevahî ya ji bo hewldanên hukumeta Ermenîstanê yên ji bo aşîtîyê dike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan şanda bi serokatîya komîsara berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kosê qebûl kirîye.

Serokwezîr serdana xanim Kosê bo Ermenîstanê pêşwazî kirîye û destnîşan kirîye ku ew derfeteke baş e ji bo niqaşkirina rojeva dewlemend ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, ku bi berdewamî berfireh dibe.

Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku civînê de ew dixwaze bandorên xanim Kosê li ser pêvajoyên dualî jî bibihîze û li ser hîmê mijarên ku ji bo herdu alîyan balkêş in niqaş bike.

Serokwezîr pabendbûna hukumeta Ermenîstanê ji bo berdewamîya rêformên dêmokratîk, qewînkirina serwêrîya hiqûqê û pêşxistina kapasîteya sazîyan ji nû ve piştrast kirîye.

Marta Kosê spasîya xwe ji bo pêşwazîyê anîye ziman û destnîşan kirîye ku Yekîtîya Avropayê rêformên ku ji hêla Ermenîstanê ve hatine pêkanîn û îradeya sîyasî ya ku ji bo wan hatîye nîşandin, pir teqdîr dike.Ewê tekez kirîye ku Yekîtîya Avrrpayê wê di hevkarîya dualî de, bi taybetî rojeva rêformê, civaka sîvîl ya Ermenîstanê û medyayê, piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Hevdîtinê de, hevdîtinvanan li ser pêşketina ajandaya hevkarîya Ermenîstanq-Yekîtîya Avrorpayê, derfetên berfirehkirina bernameyên aborî û veberhênanê û her weha mijarên têkildarî pêvajoya serbestberdana vîzayê niqaş kirine. Her wiha li ser pêşketinên herêmî û gavên ku ji bo avakirina aşîtîyê hatine avîtin jî hatîye sekinandin.Marta Kosê piştgirîya tevahî ya Yekîtîya Avropayê ji bo hewldanên hukumeta  Ermenîstanê yên ji bo aşîtîyê tekez kirine.

Alîyan girîngîya berdewamîya dîyaloga asta bilind û berdewamîya hewldanên hevbeş ji bo kûrkirina hevkarîyê tekez kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button