H’emû nûçeSereke

Şêwirmendê balyozxaneya Rûsyayê hêvî dike ku hevkarîya bi Ermenîstanê re di sêktora ênêrjîyê de berdewam bike

Rûsya hêvî dike ku hevkarîya bi Ermenîstanê re di sêktora ênêrjîyê de bidomîne.Derheqa wê yekêda şêwirmendê balyozxaneya Rûsyayêye li Ermenîstanê Dmîtrî Lîskaya konfêransa “Hevkariya BRICS+ di warê ênêrjîya atomî de” de, ku ji alîyê mala Rûsyayê ve bi hevkarîya înstîtuta rojhilatnasîyê ya zanîngeha rûsî-ermenî û “Ex Oriente”-Yekîtîya Rojhilatnasên Ermenîstanê, 19 ê adarê de hatîye lidarxistin,gotîye.

Dîplomat destnîşan kirîye ku Rosatom amade ye ku hilberîna ênêrjîya atomî di asta herî bilind de, li gorî standartên ewlehî û jîngehê yên nûjen, ji hevkarên xwe yên ermenî re peyda bike.

Wek mînak,ewî derheqa xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomîye li Mêsamorê kirîye, ku ji alîyê hevaltîya rûsîye Rosatom ve tê xebitandin. Lîskaya destnîşan kirîye ku niha xebat ji bo dirêjkirina temenê karûbarê stansîyayê tê kirin.Lîskaya gotîye: “Rosatom dixebite da ku stansîya li gorî standartên kalîteya herî bilind bixebite. Cihê li herêma sêysmîk ya Ermenîstanê jî tê hesibandin. Ev hemû ji bo wê yekê tê kirin ku stansîya wek stabîlîzator û stûneke ênêrjîyê ya bihêz ji bo pêşkeftina Ermenîstanê xizmet bike, ku li ser bingeha hilberîna ênêrjîya xwe ya atomî, wê bikaribe pêşkeftina xwe ya aborî plan bike û piştgirîya civakî-aborî ji bo bernameyên xwe peyda bike”.

Hevkarîya ênêrjîya atomî ya BRICS+ armanc dike ku ênêrjîya kêm-karbon ya domdar pêş bixe, têknolojîyan biguhezîne û projeyên hevbeş bicîh bîne, ku Rûsya (Rosatom) tê de roleke pêşeng dilîze. Platformeke ênêrjîya atomî ya taybet ji bo danasîna têknolojîyên pêşketî yên  atomî li welatên beşdar hatîye efirandin. Baldarî li ser ênêrjîya  atomî ya aşîtîyane, avakirina stansîyayên  atomîî û dermanê  atomî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button