Şerê li dijî Îranê dibe ku berfireh bibe, Amêrîkayê plana guhertina rejîmê têk birîye:Nêllî Mînasyan

Seroka beşa înstîtuta lêkolînên ermenî li zanîngeha dewletê ya Yêrêvanê, tirkzan Nêllî Mînasyan li hember rewşa alozîya di navbera Îranê û Îsrayêlê de, Tirkîya sîyasetek pir hişyar dimeşîne, hewl dide ku bi qasî ku pêkan ji agir dûr bimîne. Hevpeyvîna bi Factor TV ê re, ewê destnîşan kirîye ku encama sereke ya Ermenîstanê ji vê rewşê divê ew be ku sîyaseta der ya pragmatîk bipejirîne.
Mînasyanê gotîye:”Berî her tiştî, ez ê sîyaseta Tirkyayê bi baldarî binirxînim, ji ber ku wana bi berdewamî diyar kirine ku herêm dikare di nav agir de bimîne û ew hewl didin ku bi qasî ku pêkan ji wî agirî dûr bisekinin”. Ewê bi bîr xistîye ku him Êrdogan û him jî wezîrê karên der Hakan Fîdan berî gurbûna dawî hişyarî dabûn ku “herêm bi tenê wê şerekî din li ber xwe nede”.
Li gorî tirkzanê, li Tirkîyayê nêrînek heye ku ew tên provokekirin û dikişînin nav opêrasîyonên leşkerî. Li gorî vê têgihîştinê, tîr ber bi Îsrayêlê ve têne arastekirin.Ewê destnîşan kirîye ku “Li Tirkîyayê bawerîyek heye ku heger Îran bi girîngî lawaz bibe, wê hingê Tirkya bibe hedefa din ya Îsrayêlê”.
Turkzanê bal kişandîye ser pirsgirêkên ewlehîyê yên Ermenîstanê û tekez kirîye ku pêdivî bi nêzîkatîyeke pragmatîk heye. “Îro ji bo Ermenîstanê tiştê herî girîng polîtîkayek pragmatîk e. Berî her tiştî, divê prînsîpa girîng bê hesibandin ku Ermenîstan bandorek li ser pêvajoyên heyî nake û nikare bike”,- ewê destnîşan kirîye.
Li gorî Mînasyanê, Ermenîstan gerekê dev ji nêzîkatîyên hestyarî berde, dema ku ew yekê wek xilaskar û ya din wek wêranker dibîne. “Werin em hinekî ji wan herduyan bilindtir bibin, zemîneke navîn bibînin ku bihêle em bi herduyan re têkiliyan ava bikin”.
Li gorî tirkzanê, Ermenîstanê derfeta aşîtîyeke bi rûmet ya ku piştî şerê Arsaxê yê yekem hebû ji dest da. Nêllî Mînasyanê wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Dema ku hûn herî bihêz bûn û ji wê pozîsyonê divê hûn biçûna da ku pirsgirêkê bi rûmet çareser bikin, divê hûn biçûna. Bi gotineke din, we kêlî ji dest da. Di siyasetê de, windakirina kêliyekê, ez nizanim paşê çi lêçûn dike”.







