H’emû nûçeSereke

Ermenîstan sîyaseta der ya hevseng dimeşîne û hêdî- hêdî aborîya xwe pirreng dike

Rayedarên Ermenîstanê sîyaseta der ya  hevseng dimeşînin.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di gera xwe ya li Yêrêvanê, bersiva pirsa welatîyekî daye.

Serokwezîrê Ermenîstanê gotîye: “Em sîyaseta der ya hevseng pêk tînin. Ev sîyaset tê çi wateyê? Wateya wê sîyasetê ew e ku tu têkilî ji hevsengîyê dernakeve, ango têkilîyeke me ya nehevseng bi tu welatekî yan jî bi tu sazîyeke navneteweyî re tune ye”.

 Paşînyan behsa dîtina welatîkî kirîye ku ew fêm dike ku Rûsya welatekî dostê Ermenîstanê nîne, lê di heman demê de divê tu daxuyanî yan nirxandinên rayedarên Ermenîstanê nebin ku dikarin di têkilîyên bi Rûsyayê re pirsgirêkan çêbikin, bi taybetî di mijara hinardekirina berheman ji Ermenîstanê bo Rûsyayê de astengî dikarin bên efirandin û gotîye:

“Hûn dibêjin ku Rûsya welatekî dostê me nîne, ez ne razîme, Rûsya welatekî dostê me ye û Yekîtîya Avropayê jî welatekî dostê me ye. Em ji pirtûkên dersên dîplomatîk dizanin ku “dost û dijminên herheyî tune ne, berjewendîyên herheyî hene”, me li gorî pratîka xwe ya dîplomatîk, ew wiha ji nû ve formûle kirîye: “Dost û dijmin tune ne, hevkarî heye”. Divê em tomar bikin ku îro, di pratîkê de, pirsgirêkeke ku piştî  sala 2018 a derketîye holê tune ye, hemî pirsgirêk heta radeyekê berê jî hebûn. Û em, erê dixebitin û ev di rojeva me de ye, di wê xebatê de em jî wisa dikin ku kiryarên pir tund nebin, em nirxandinên ji nişêka ve nekin, em encamên ji nişêkê ve dernexin, ji ber ku di encama wê de, li şûna ku çavekî bilind bikin, çav jî tê derxistin” ,-serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Nîkol Paşînyan zêde kirîye ku têza ku ewî vê dawîyê anîye ziman, ku serxwebûn li şûna girêdayîbûna bi çend kesan bi girêdayîbûna bi gelek kesan ve ye jî li ser vê yekê ye. Nîkol Paşînyan tekez kirîye: “Em gav bi gav rêyeke ji bo cûre-cûrkirina aborîyê dimeşînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button