Ermenîstan di “Îndêksa bextewarîya 2026 a” de di rêza 89 a de ye, li pêşîya Tirkîyayê, Gurcistanê, Îranê û Adirbêcanê

Di rêzbendîya nû de, Ermenîstan bi taybetî ji Gurcistanê (cîhê 91emîn), Tirkyayê (cîhê 94 emîn), Îranê (cîhê 97 emîn) û Adirbêcanê (cîhê 102 emîn) derbaz bûye û di nav welatên piştî Sovyêtê de, ew li pişt Lîtvayê (cîhê 28 emîn), Qazaxistanê (cîhê 33 emîn), Êstonyayê (cîhê 46 emîn), Latvîyayê (cîhê 48 emîn), Ûzbêkîstanê (cîhê 53 emîn), Qirqizistanê (cîhê 66 emîn), Moldovayê (cîhê 77 emîn) û Rûsyayê (cîhê 79 emîn) ye.
Fînlandya di serê lîsteyê de ye. Îrlandya, Danya, Kosta Rîka û Swêd di pênc welatên pêşîn de ne. Botsvana, Zîmbabvê, Malavî û Sîêra Lêonên wek welatên herî bêbext hatine hilbijartin. Afganistan di rêza dawî de ye.
Rapotr ji alîyê navenda lêkolînên refahê ya zanîngeha Oksfordê bi hevkarîya Gallup û Neteweyên Yekbûyî hatîye amadekirin. Lêkolîn li ser bingeha anketên nêzîkî 100 000 kesan li 147 welatan hatîye kirin.
Raporta World Happiness Report ê da heft faktorên sereke yên ku bandorê li nirxandina standartên jîyanê li welatên cuda dikin li ber çavan digire:berhema navxweyî serê nifûsê, piştgirîya civakî, temenê jîyanê û tenduristîyê, azadîya hilbijartin û biryardanê ku bandorê li jîyanê dike, asta piştgirîya civakî di nav welatîyan de, tevî beşdarbûna di xêrxwazîyê de, asta gendelîyê û hesta dîstopîk ya tiştê ku diqewime.
Em bi bîr bînin ku sala 2012 a de, Neteweyên Yekbûyî 20 ê adarê wek roja navneteweyî ya bedewîyê ragîhandîye.







