Heger ew kom ji Madagaskarê bihata, ev bertek nedibû: Mîrzoyan derheqa tîma hîbrîdê xeberda ya ku wê ji Yekîtîya Avropayê bişînin Ermenîstanê

Wezîrê Ermenistanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ragîhandîye ku hin ji êrîşên hîbrîd yên li dijî welêt berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê ber bi Rûsyayê ve têne rêve kirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der di dema brifînga bi rojnamevanan re li parlamêntê gotîye.
Mirzoyan, bersiva pirsa ku dema dibêjin êrîşên hîbrîd li dijî Ermenîstanê hene, gotîye: “Werin em pêşîyê fêm bikin ka êrîşa hîbrîd tê çi wateyê. Heger em hewil bidin peyva hîbrîd wergerînin, ew peyva “tevlîhev” e, ango çalakîyên tevlîhev li dijî Ermenîstanê. Ew dikare belavkirina dêzînformasyonê, êrîşên sîber be. Gelo êrîşên wiha li dijî Ermenîstanê diqewimin? Bê guman diqewimin, kî dikare ramaneke cuda derbibire? Hin ji wan bi rêya medyaya girseyî têne kirin. Hin ji wan tiştên ku bi rêya we têne kirin bi zanebûn têne kirin, hin ji wan bi tesadûfî têne kirin: ew nûçe ye, hûn hewcedarîya belavkirina wê dibînin”.
“Te navê welatekî dîyarkirî daye. Gelo ew dikarin hin ji wê têla agahîyên derew bibin welatekî dîyarkirî? Belê, ew dikin. Û nivîsgeheke navendî yan jî desthilatdarîyeke bilindtir xeyal nekin ku her tişt jê tê organîzakirin û birêvebirin. Gelo hûn dikarin wekîlên Fêdêrasyona Rûsyayê bibînin ku tiştên li dijî serwêrîya Ermenîstanê, hukumeta bi qanûnî hatîye hilbijartin, dibêjin, ku mafê wan tune ye, ji ber ku ew mudaxeleyî sîyaseta navxweyî kirîye? Gelo hûn dikarin rayedarên bi kalîte yên cuda di wan kiryaran de bibînin? Gelo hûn dikarin tiştên weha ji derdorên pisporan bibînin? Bê guman hûn dikarin wana bibînin”.
Wezîrê karên der bal kişandîye ser daxuyanîya nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê, Kaya Kalasê ku gotibû Yekîtîya Avropayê wê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê tîmek bersiva bilez ya hîbrîd bişîne welêt da ku li dijî êrîşên hîbrîd derkeve.
Wezîrê karên der gotîye:”Ev dîyardeyeke nenas e ji bo me û di heman demê de, li hin deverên cîhanê di vî warî de ezmûnek kombûyî heye, çima napirsin, ez fêm nakim. Hin derdor hene ku gava peyva Yekîtîya Avropayê dibihîzin, ditirsîyan û difikirin ku ew hatine ku me daqurtînin, ku me nizanim, ji têkilîyên dostane yên sedsalan qut bikin. Gava ku ew Yekîtîya Avropayê dibihîzin, çokên wan tavîlê lawaz dibin.Heger ew kom ji Madagaskarê hatiba, ez bawer im ku ew ê nebûya sedema wê rêaksîyonê. Niha ez dixwazim we bêhêvî bikim û ji bo we eşkerekirinekê bikim. Di dema serwêrîya hemû rayedarên Ermenîstanê, Ermenîstanê di warên cûre-cûre yên têkildarî pêvajoyên hilbijartinê de, di nav de ji Yekîtîya Avropayê jî, alîkarî xwestîye”.
Dema ku ji Mîrzoyan hatîye pirsîn çima rayedarên Ermenîstanê di vê mijarê de ji Rûsyayê piştgirîyê naxwazin, ewî destnîşan kirîye ku heger Rûsya di şerê li dijî êrîşên hîbrîd de xwedî ezmûna xwe be û amade be ku wê parve bike, rayedarên Ermenîstanê ne li dijî wê ne. Wezîr wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Bila ew parve bikin û em ê bibînin ka ew çi celeb ezmûn e”.







