
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragîhandîye, berpirsên Îranê li xwe mikur hatine ku êrîşa li ser hêzên pêşmerga “bi şaşî” hatîye kirin. Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kirîye ku Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vî şerî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 25 ê adarê li Soranê beşdarî merasîma sersaxîyê ya wan 6 pêşmergan bûye ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyanîyeke rojnamevanî de êrîşa mûşekî ya balîstîk bi tundî şermezar kirîye û aşkere kirîye, wana li gel berpirsên Komara Îranêye Îslamî derbarê bûyerê de gotûbêj kirine. Nêçîrvan Barzanî gotîye: “Îran li ser vê êrîşê lêkolînê dike û qebûl kirîye ku bi şaşî êrîşî baregehên pêşmerga kirîye. Niha em li benda bersiva dawî ya Îranê ne”.
Serokê Herêma Kurdistanê helwesta Hewlêrê ya derbarê alozîyên herêmî de careke din tekez kirîye: “Herêma Kurdistanê her dem faktora aramî û îstîkqirarê ye. Em tu carî nabin metirsî li ser welatên cînar û bi tu awayî nabin beşek ji vî şerî”.
Nêçîrvan Barzanî peyameke arasteyî Hukumeta Fêdêral ya Îraqê jî kirîye û daxwaz kirîye ku berpirsîyarîyên xwe bi cîh bîne û gotîye: “Pêwîst e hukumeta Îraqê wek welatekî xwedî serwêrî tevbigere, da ku sînorekî ji bo van destdirêjîyan bê danîn”.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hişyarî daye ku berdewamîya vê rewşê metirsîdar e û daxwaz kirîye ku êrîşên “komên ji yasayê derketî” bên rawestandin, da ku aramîya Îraqê û Herêma Kurdistanê bê parastin.
24 ê adarê denê sibê, Îranê bi 6 mûşekên balîstîk êrîşî baregehên firqeya 7 a û firqeya 5 a yên pêşmerga li sînorê Soranê kirîye û di encama vê êrîşê de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmergên din jî birîndar bûne.







