SerekeSîyasî

Piştî pîrozbahîyên Newrozê li Dîyarbekirê û Stembolê 27 kes hatine girtin

Piştî pîrozbahîyên girseyî yên Newrozê li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyayê, hêzên ewlehîyê opêrasîyonên binçevkirinê pêk anîn. Di encama opêrasîyonên li Dîyarbekirê û Stembolê, 27 kes hatine girtin.

Li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahîyên Newrozê îsal bi beşdarîya bi mîlyonan kesan bi rê ve çûn. Lê belê piştî pîrozbahîyan, li bajarên Dîyarbekirê û Stembolê opêrasîyonên polîsan dest pê kirine.

Li Stembolê, bi hinceta ku di dema pîrozbahîyan de “diruşmên qedexe” hatine bilindkirin, polîsan 38 kes binçev kirin. Piştî ku ev kes derketin pêşberî dadgehê, dadgerîyê biryara girtina 9 kesan daye. Hatîye ragîhandin ku di nav girtîyan de zarokek jî heye.

Li bajarê Dîyarbekirê jî piştî pîrozbahîya mezin ya Newrozê, hêzên ewlehîyê dest bi opêrasîyonên malan kirine û gelek kes binçev kirine. Dadgeha Amedê piştî standina îfadeyan, derbarê 18 kesan de biryara girtinê daye. Di nav girtîyên Dîyarbekirê de hejmareke jina jî hene.

Parêzerên ku dozê dişopînin dane zanîn, muwekîlên wan ji ber hildana ala Kurdistanê û lixwekirina kincên bi rengên kesk, sor û zer hatine tometbarkirin. Parêzeran dîyar kirine ku ev yek binpêkirina mafên azadîya raman û pîrozbahîyên çandî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button