SerekeSîyasî

Parlamêntvanê Bêlçîkayê biryarnameyek li ser qonaxa nû ya têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ji bo niqaşkirina parlamêntê  raber kirîye

Endamê palata Bêlçîkayê, biryarnameyeke nû li ser qonaxeke nû ya têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê  raber kirîye, ku ji alîyê komîtêya karûbarên der ya meclîsa nûneran ya welêt ve hatîye qebûlkirin.

Parlamêntvanê bêlçîkî  deheqa wê yekêda  hevpeyvîna  bi peyamnêrê «Armenpress» ê ye li Bryûsêlê dîyar kirîye.

Di Maêgd her wiha li ser pêwîstîya garantîyên ewlehîyê ji bo Ermenîstanê, pêvajoya aşîtîyê û mijara girtîyên ermenî yên ku bi neqanûnî li Bakûyê hatine girtin, rola sîyasî ya Bêlçîkayê û Yekîtîya Avropayê û her weha bandorên ku dikarin  li hilbijartinên sîyasî û stratêjîk yên Ermenîstanê yên pêşerojê bikin, axivîye.

Di pêşnîyar û pejirandina de, tu behsa nêzîkbûna di navbera Ermenîstanê û Avropayê de dikî. Ev hevkarîyeke sîyasî ya pêşkeftî ye, yan destpêka vîzyoneke stratêjîk ya avropî ya rastîn ji bo Ermenîstanê ye?

Herdu jî. Pêşîyê, qewînkirina rewşa sîyasî ya zelal, ji ber ku cara yekem civîna civata sîyasî ya avropî wê li Yêrêvanê bê lidarxistin. Û roja din civîna Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê wê hebe. Ji ber vê yekê, ji hêla sîyasî ve, ev sîgnaleke bihêz e, nemaze ji ber ku mijarên ewlehî û aramîya herêmê wê li cîhê bûyerê bên nîqaş kirin. Û rastîya ku ev li Yêrêvanê tê kirin, dema ku em hîn jî ji şerê Qerabaxê derketine, ji bo min sîgnaleke sîyasî ya pir bihêz e. Lê armanc jî ew e ku em bêtir biçin û hevkarîya stratêjîk ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de qewîn bikin. Ev eşkere ye, heger tenê ji pêrspêktîva pêkanîna peymana aşîtîyê ya ku ji hêla her du dewletan ve hatîye îmzekirin be. Lê naha ew hewce ye ku bi fermî bê  îmzekirin û dema ku ew bê îmzekirin, bê guman, ew ê bihêle ku em di herêmekê de ku tê texmîn kirin ku aştîxwaz be, lê em hîn jî hêvî dikin ku aşîtîya rastîn bibînin, asoyeke stratêjîk ya pir girîngtir hebe. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku di rastîyê de her du jî hene. Ev destpêk e. Ev sîgnaleke sîyasî ya pir bihêz e, lê di heman demê de destpêka hevkarîyeke stratêjîk ya girîngtir di navbera Kafkasîyayê û Yekîtîya Avropayê de ye.

Hûn ji bo aşîtîyeke mayînde garantîyên ewlehîyê yên pêbawer dixwazin. Bi ya we ev bi taybetî ji bo Ermenîstanê tê çi wateyê? Hûn kiryarên berbiçev yên wê ewlehîya pêbawer çawa xeyal dikin?

Pêşîyê vekişîna hemû hêzên leşkerî yên ku ne ermenî ne ji axa Ermenîstanê ye. Ev bingehîn e. Ev gaveke yekem ya pêbawer e ji bo nîşandana nîyeta baş. Gava din azadkirina hemû girtîyên şer yên ermenî ye. Me ev yek di gelek biryaran de xwestîye, ev biryar jî tê de ye, lê ev berdewamîya gelek biryarên ku min li vir di parlamêntê de qebûl kirine. Em behsa girtîyên şer yên ermenî dikin ku niha li Bekûyê têne girtin. Bê guman, divê em piştrast bikin ku ew dikarin ji darizandineke edil li gorî pîvanên navneteweyî sûd werbigirin. Ev bingehîn e. Îro xuya dike ku ev ne wisa ye, û ez difikirim ku divê em vê kêlîya sîyasî û van her du lûtkeyan bikar bînin da ku vê yekê bi dest bixin. Her çend hin gav hatine avîtin jî, divê em edil bin. 4 girtîyên şer yên ermenî hatine berdan, ku ji bo alîyê Adirbêcanê ne hêsan bû, nemaze ji alîyê raya giştî ya Adirbêcanê ve. Bi gotineke din, tişt têne kirin, dem digire, tevlîhev e, lê bê guman divê em berdewam bikin û hêvî bikin. Di dawîyê de, ev nêrîneke şexsî ye ku ez dibêjim, lê ez bi dil û can hêvî dikim ku ev kes bên berdan.

Gelo hûn difikirin ku Yekîtîya Avropayê îro amûrên sîyasî yên têr hene ku bi rastî piştgirîyê bide Ermenîstanê? Gelo nêzîkbûna ku pêk tê bêtir rêtorîk e, yan bi rastî amûr hene?

Ez difikirim ku ji kêlîya ku Yekîtîya Avropayê biryar dide ku vê civîna civaka sîyasî ya avropî li cîhê xwe li dar bixe, ev jixwe sîgnaleke bihêz e. Û ew ê qet ne bawerbar be heger ku piştî wê sîgnala bihêz çalakî neyê kirin, wekî din ew ê bi rastî ne maqûl be. Ez pir baş tînim bîra xwe ku rojekê min li komîtêya karûbarên avropî serî li serokwezîrê Bêlçîkayê da, û ew pir kêfxweş bû ku min li ser biryara lidarxistina vê civînê li Yêrêvanê agahdar kir, berî ku Ermenîstanê bi fermî jî wê ragihîne. Ew dizane ku ez parlamêntvanê ku di parlamênta Bêlçîkayê de parêzvanê herî germ yê berjewendî, yekparçeya axê û serwêrîya Ermenîstanê me. Ji ber vê yekê ev nîşan dide ku ev ne tenê rêtorîka sîyasî ye, lê di rastîyê de li pişt wê ramanek heye, û ew li ser welatên Yekîtîya Avropayêye ye ku wê bişopînin. Û biryara min çi daxwaz dike? Ew daxwaz dike ku hukumeta Bêlçîkayê bi çalakîyê li dû wê bê. Bi rastî, ev tam xala daxwazên vê biryarê ye. Û Bêlçîka divê vê yekê, bê guman, bi rêya 27 welatan bike. 27 ji wan hene, û divê wisa be ku em li ser maseya Konsêya Avropayê ber bi wê alî ve biçin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button