H’emû nûçeSereke

Kesên ku pasporta wane rûsî heye nikarin beşdarî hilbijartinên Ermenîstanê bibin: serokwezîr derheqa hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku tenê welatîyên ku xwedîyê pasporta Ermenîstanê ne dikarin beşdarî hilbijartinên pêşerojê yên li Ermenîstanê bibin û tekez kirîye ku ev yek ji destûra bingehîn ya welêt derdikeve. Li gorî «Armenpress» ê, Paşînyan di hevdîtina xwe ya bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li ser pêvajoyên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê axivîye û destnîşan kirîye ku welat dêmokratîk e û aktîvîyma sîyasî dîyardeyeke xwezayî ye.

“Hilbijartinên parlamêntîyê li pêş me ne û ev hilbijartin di rastîyê de, hilbijartinên serokwezîr in jî”,-ewî gotîye.

Serokwezîr bi taybetî bal kişandîye ser şertên destûrî yên ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de.

Paşînyan destnîşan kirîye ku “Tenê welatîyên ku pasportên wan tenê yên Ermenîstanê ne dikarin beşdarî van hilbijartinan bibin. Ango, kesên ku pasportên wan yên Rûsyayê hene, li gorî Destûra Komara Ermenîstanê, nikarin bibin namzetên ne ji bo parlamêntîyê û ne jî ji bo serokwezîrîyê”.

Ewî her wiha tekez kirîye ku ev qedexe bi xwezayî yasayî ye û ji bo hemî welatîyên dualî, bêyî ku helwesta wan ya sîyasî çi be, derbaz dibe.

Paşînyan zêde kirîye ku pêvajoyên sîyasî li Ermenîstanê mayînde ne û torên civakî bi tevahî azad in, ku li gorî wî carinan dibe sedema rexneyan jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button