Axaftin kêrhatî û pêwîst bûye: Pêskov derheqa rasthatina Pûtîn-Paşînyanda

Rasthatina di navbera serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ku 1 ê nîsanê pêk hatibû axaftin kêrhatî, eşkere û pêwîst bûye. Herdu alîya helwestên xwe, di nav de di çarçoveya hilbijartinên pêşerojê yên li Ermenîstanê jî pevguhêrîne, berdevkê serokkomarê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov şîroveya ji bo “Vêstî” ê gotîye.
“Wextê hevdîtinê, axaftin kêrhatî û pêwîst bûye. Herdu alîya helwestên xwe, bi taybetî di çarçoveya hilbijartinên pêşerojê yên li Ermenîstanê û mijarên sereke yên hevkarîya bazirganî û aborî ya di rojevê de, pevguhêrîne”,- Pêkskov gotîe.
Pêskov destnîşan kirîye ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de rehên dîrokî yên kûr hene, Rûsya û Ermenîstan welatên dost in, ji ber vê yekê deverên sîyasî yên Yêrêvanê ji bo Moskvayê balkêş in.
Berdevkê serokê Rûsyayê destnîşan kirîye: “Dîyaspora ermenîye mezin ku li Rûsyayê dijî ji 2 mîlyonî zêdetir e. Ji ber vê yekê, rêbernameyên ku serokatîya Ermenîstanê ji bo xwe hildibijêre ji bo me pir balkêş in”.







