
Bi dronan êrişî bajarên Koye, Hewlêrê û Silêmanîyê hatîye kirin.
Li gorî agahîyên Rûdawê, bi 4 dronên bombebarkirî êrişî bajarê Koyeyê hatîye kirin.
Hemû dron teqîyan lê tu zirerên canî çênebûn.
Her wiha, li navenda bajarê Silêmanîyê dronek li nêzîkî projeyeke xanîyan ketîye xwarê û tu zirarên wê tune bûn.
Nêzîkî seheta 18:00 a jî, 2 dron li esmanê bajarê Hewlêrê ji alîyê pergala parastina esmanî ve hatine pûçkirin.
Di vî êrişî de jî tu zirar çênebûn.
Ji destpêkirina şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê yê li gel Îranê ango ji 28 ê sibatê êrişên li ser Herêma Kurdistanê bê navber didomin.







