SerekeSîyasî

Qazaxistan danûstandinan li ser kirîna konsêsîya rîya  Ermenîstanêye hesin ji Rûsyayê re nake

Wezîreta Qazaxistanêye veguhastinê  ji “Interfax-Qazaxistan” ê re ragîhandîye ku alîyê Qazaxistanê niha li ser kirîna îmtîyaza Rûsyayê ya rîya  Ermenîstanêye hesin danûstandinan nake.

Em bidine kifşê ku berê, nûnera fermî ya wezîreta Rûsyayêye karên der Marîa Zaxarovayê di brîfîngê de dîyar kirîye ku Moskva li ser veguhestina rêveberîya îmtîyazê ya rîya Yêrêvan-Astanayêye hesin bo Qazaxistanê danûstandinan nake.

Kanûna sala 2025 a de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji hevkarên xwe yên rûsî xwestîye ku beşên rîya hesin yên ku ber bi sînorê Tirkîyayê û Adirbêcanê ve diçin, bi lez sererast bikin (ev beş ji bo pêkanîna projeya veguhastinê ya “Rêya Tramp” di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de pêwîst in).

Destpêka adarê, serokwezîrê Ermenîstanê ragîhandibû ku ew ê bi Rûsyayê re li ser veguhestina rêveberîya rîya hesin bo welatekî din, wek Qazaxistanê,Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, yan Qeterê, gotûbêjan bikin. 26 ê adarê, Paşînyan hêvî kirîye ku Rûsya û Ermenîstan wê li hev bikin ku rêveberîyê bidin hevkarên Qazaxistanê, lê heta niha hevkarên rûsî ev vebijêrk îzbat nekirine.

“Heger derkeve holê ku di navbera me û Rûsyayê de têgihîştineke hevbeş heye û hevaltîya Qazaxistanê ji bo herduyan jî qebûlkirî be, em ê nexembin… Lê hevkarên rûsî hîn negotine:  “Baş e, em qebûl dikin, werin em vê bikin”. Niqaş di moda cuda de ye, lê ramanên wisa têne niqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button