SerekeSîyasî

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê: me ji Amêrîkayê çek wernegirtine

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva serokê Amêrîkayê Donald Tramp daye û ragîhandine ku wan tu çek yan alîkarîya leşkerî ji Amêrîkayê wernegirtîye.

Partîyan destnîşan kirine ku çekên di destê wan de “yên kevin in û ne yên niha ne”.

Donald Tramp ragihandibû ku wana bi rêya kurdan çek ji bo xwenîşanderên îranî şandine. Tramp gotibû: “Ez bawer dikim kurdan ew çek ji bo xwe birin”.

“Em ne agahdar in”

Endamê mekteba sîyasî ya komelaya şoreşger ya zehmetkêşên Kurdistana Îranê Kako Elyar ji Rûdawê re got, “Wekî partî, tu çek ji bo me nehatîye û me wernegirtîye.

Em qet ji mijarê ne agahdar in. Berê behsa vê nehatîye kirin û kesî li ser vê bi me re xeber nedaye”.

Berpirsê peywendîyan yê Partîya Dêmokrat ya Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mihemednezîf Qadirî jî ji Rûdawê re wiha axivîîye: “Sîyaseta me ne ew e ku em xwenîşandanan bi rêkarên tund û tîj bikin.

Em daxwazên xwe bi şêweyeke sîvîl û aşîtîyane dikin. Ew gotinên Tramp bêbingeh in.

Çekên me yên berî 47 salan in ku di şerê li dijî Komara Îslamî de ketine destê me, hinek jê jî me ji bazarê kirîne”.

“Yek fişek jî nehatîye”

Berpirsê peywendîyan yê komelaya zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husêyn Penahî dîyar kirîye ku çekên wan yên berî 30-40 salan in.

Penahî di berdewamîyê jî de gotîye: “Em piştrast dikin ku me ji tu welatî yek fîşek yan çekek wernegirtîye. Tiştê di destê me de ye, yê me bixwe ne”.

Her wiha endamê fermandariya giştî ya sûpaya milî ya Kurdistanê (PAK) Hamno Neqşebendî daxuyand ku peyama Tramp ji bo wan ne zelal e.

Neqşebendî di berdewamîyê de gotîye:”Wek sûpayê me, me bi tu awayî ji Amêrîkayê yan welatekî din çek wernegirtine. Çekên me yên dema şerê partîzanî û şerê DAIŞ ê ne”.

Vê bersiva partîyan piştî daxuyanîya Tramp ya ji bo kanala Fox News ê hatîye ku tê de îdîa kiribû Waşîngtonê bi rêya kurdan çek ji bo xwenîşanderan şandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button