
Cîgirê serokê fraksîyona Partîya Gel ya Avropayê Fransûa-Ksavîê Bêlamî li parlamênta Avropayê, bandorên xwe yên ji sefera xwe ya Ermenîstanê raber kirîye.
Weşaneke bi sernavê “Seredana bo Ermenîstanê li ber çend civînên girîng ku wê pêşeroja welêt dîyar bikin”, parlamêntvanê avropî nivîsîye: “Avropayê di dawîyê de sozeke berbiçev da ku ewlehîya gelê ermenî mîsoger bike, bi taybetî bi rêya mîsyona çavdêrîya sînor, ku bicîhkirina wê ya demdirêj me mîsoger kirîye.Ji dema damezrandina wê ve, êrîşên ku jîyana leşker û sîvîlên ermenî distînin bi tevahî rawestîyane. Divê em piştgirîya penaberên ji Qerabaxê bidomînin, daxwaz bikin ku rêxistinên navneteweyî mafê wan yê vegerê nas bikin û di dawîyê de serbestberdana dîlên şer yên ku hîn jî ji hêla Bakûyê ve têne girtin mîsoger bikin”.
Ez cara yekem sala 2020 î de, piştî şer di şeveke Paskalyayê ya bi êş de hatim Yêrêvanê. Îro ez hîn bêtir bi hêza vî gelî, ku em dîrokeke ewqas dirêj bi wan re parve dikin, bandor bûm, yên ku biryar dane ku berê xwe bidin Rojavayê da ku mîrat û azadîya xwe biparêzin. Niha ev yek ji me re dimîne ku em li hember vê dijwarîyê bisekinin”.







