Wezîrê aborîyê rastî hevaltîyên ku bo Amêrîkayê û Yekîtîya Avropayê hinarde dikin hatîye

Wezîrê Ermenistanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan rastî nûnerên hevaltîyên ku ber bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê ve îxracat dikin hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê vê yekê de daxuyanî daye.
“Ez rastî nûnerên hevaltîyên ku ji bo Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê îxracat dikin, hatime”.
Min girîngîya cîhêrengîya aborî û amadebûna hukumetê ji bo piştgirîya karsazan di danasîna hilberên ermenî bo bazarên nû û berfirehtir, bi taybetî Dewletên Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê, Kanadayê û hejmarek ji cîhên din, tekez kirîye.
“Beşdaran pirsgirêkên sereke yên ku di dema çalakîyên xwe de rastî wan hatine, raber kirine û di derbarê wan de zelalkirin û pêşnîyarên guncaw hatine dayîn”,- Papoyan nivîsîye.







