
Şerê li dijî Îranê li Rojhilata Navîn, ku 28 ê sibatê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê li ser Îranê dest pê kir, bi hezaran kes kuştin. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Reuters ê hejmara şihîda heta 8 ê nîsanê radigihîne.
Îran
Rêxistina mafên mirovan HRANA ya li Amêrîkayê gotîye ku ji destpêka şer li Îranê 3 636 kes hatine kuştin. Fêdêrasîyona navneteweyî ya komeleyên xaçê Sor û Heyva Sor elam kirîye ku herî kêm 1900 kes hatine kuştin.
Libnan
Rayedarên Libnanê elam kirine ku ji 2 ê adarê di êrîşên Îsrayêlê de 1530 kes, di nav de herî kêm 129 zarok, hatine kuştin. Di heman demê de, sê aştîxwazên Neteweyên Yekbûyî yên Îndonêzyayê di du bûyerên cuda de li başûrê Libnanê hatine kuştin.
Îraq
Li gorî rayedarên tenduristîyê yên Iraqê, ji destpêka krîzê ve herî kêm 117 kes mirine.
Îsrayêl
Xizmetên awarte yên Îsrayêlê ragîhandine ku rokêtên ji Îranê û Libnanê hatine avîtin li Îsrayêlê 23 kes kuştine.Artêşa Îsrayêlê her wiha gotîye ku 11 leşkerên wê li başûrê Libnanê hatine kuştin.
Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî
Fêrmandarîya navendî ya Amêrîkayê ragîhandîye ku şer de 13 leşker hatine kuştin û 300 leşkerî zêdetir birîndar bûne.
Yektîya Mîrtîyên Ereba
13 kes mirine, di nav wan de du leşker.
Qeter
22 ê adarê, ji ber xeletîyeke têknîkî di dema ” çalakîyên rojane ” de, qezyake helîkoptêrê de li avên herêmî yên Qeterê heft kes mirine.
Kûvêyt
Rayedar derheqa hevt kuştîyan radigihînin.
Şerîaya Rojavayê
Çar jinên Felestînî di êrîşa mûşekî ya Îranê de hatine kuştin.
Sûrya
Çar kes di êrîşa mûşekî ya Îranê de li ser avahîyekê li Siwêdê hatine kuştin.
Behrêyn
Du êrîşên cuda yên Îranê de du kes hatine kuştin.
Oman
13 ê adarê, di êrîşeke dronê de li herêmeke pîşesazîyê ya parêzgeha Soharê du kes hatine kuştin.
Erebistana Saûdîyê
Du kes hatine kuştin dema ku topek li taxeke niştecihbûnê ya bajarê al-Xarcê, li başûrê rojhilatê paytext Rîyadê ketîye.
Fransya
Leşkerêkî fransî di êrîşeke bi dronê de li bakûrê Îraqê hatîye kuştin.







