H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Pûtîn li hev kirine ku nîvê hezîranêye  duyemîn  bicivin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn civîna xweye 1 ê nîsanêye li Moskvayê pevketine ku di nîvê hezîranêye duyemîn  de civînêke din li dar bixin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” e, serokwezîr Nîkol Paşînyan derheqa wê yekda di dema civîna bi rojnamevanan re ragîhandîye.

“Wek ku min gotîye, ez wê serdanê wek pir serketî dinirxînim. Di derbarê civîna rû bi rû de, me berê li ser civîn û çalakîyên xwe yên pêşerojê li hev kirîye. Me li ser civîna asta bilind  nîvê hezîranêye duyemîn  li hev kirîye”.

Serokwezîr tekez kirîye ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de di qonaxeke veguhêrîna avakar de ne.

“Ez vê pêvajoyê bi awayekî erênî dinirxînim û em ê berdewam bikin ku prînsîpa xwe biparêzin. Em ê ji mentîqa dîyaloga dostane dûr nekevin û em ê li ser wê rêyê berdewam bikin”,-Paşînyan gotîye.

Nîkol Paşînyan her wiha behsa çavdêrîyên derbarê yekkirina YekîtîyaAvrasyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê de kirîye.

Serokwezîr destnîşan kirîye : “Heta ku derfet hebe ku polîtîkayên ku em li himber Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê dimeşînin bi hev re bikin yek, em ê wan polîtîkayan bi hev re bikin yek. Dema ku kêlîya nelihevhatinê bê, em ê biryaran bi gel re bidin”.

Serokwezîrê Ermenîstanê her wiha gotîye ku wana li hev kirine ku  nîvê hezîranêye duemîn de bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civîna asta bilind li dar bixin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button